Di piraniya lêkolînên rexneyî yên hevçax û rabera hizra rexneyî ya postmodern de, nemaze di van sî salên dawî de, arezû û daxwazek heye ku di teksta wêjeyî de helbestvaniya estetîk bê derbaskirin û tekst li gor nerîna wê rewşenbîriyê bê temaşekirin ku berhemhênera tekstê bi xwe ye.
Rexneya Rewşenbîrî [Cultural Criticism] yek ji wan têgihên rexneyî yên wêjeyî ye ku di salên heftêyî û heştêyî yên sedsala borî de, li ser destê rexnegirê Amerîkî Vincent B. Leitch derket holê, ev jî piştî belavbûna pirtûka wî bi navê «Rexneya Wêjeyî ya Amerîkî 1988» Berê di salên şêstî de tenê têgiha lêkolînên rewşenbîrî belav bû ku ji aliyê Sentera Birminghamê û hewldanên teorîk û pratîk ên gelek bîrmendên Brîtanyayê derket holê, beriya hemûyan jî Raymond Williams, E. P. Thompson, Richard Hoggart û Stuart Hall.
Rexneya Rewşenbîrî çalakiyeke hizrî û zanyarî ya pirreng e. Yanî em bi ti awayî nikarin bêjin ew warekî zanyarî yê serbixwe ye. Wek wan hîm û bingehên teorîk û analîzên metodîk ên ku wan bi kar tîne, herwiha stratejiya wê di pratîzeya rexneyî de bi wê yekê tê naskirin ku vekirî ye li ber wan hemû sektor û warên ku em ji wan re dibêjin diyardeyên rewşenbîrî û pratîzeyên berhemhênerên wate û maneyê. Li wê gorê ku Rexneya Rewşenbîrî [bi tena serê xwe ne warekî zanyarî yê taybet e.]
Ev jî tê wateya ku Rexneya Rewşenbîrî xwe dispêre wan hemû têgih û teoriyên ku ekolên felsefî û zimanzanî û sosyolojî û psîkolojî û ramyarî û antropolojî ew pêşkêş kirine, ji bo vekirina kodên veşartî li nav straktûrên rewşenbîrî yên civakê bi hest û nestên wê ve. Bi maneyeke din, Rexneya Rewşenbîrî bi rêya şîrovekariya rexneyî, warên hizr û felsefe û edebiyat û diyardeyên rewşenbîrî û cûreyên hunerê û hokarên pêwendî û etnî û warên din vedikole wek wan diyardeyên ku dikevin qalibekî rewşenbîrî, mîna rewşenbîriya kultûrî û cemawerî û kultûrên piştguhkirî.
Rexneya Rewşenbîrî wan nirxên mirovî yên bilind ku di wan çand û huneran de hene derdixe. Herwiha rêgezên estîtîkî yên veşartî yên ku di straktûrên wan de hene derdixe û ronahiyê dixe ser xalên lawaz û kêmasiyan û hemû aliyên wê yên negatîf bi şîrovekirina straktûra rûkeş û kûr jî.
Rexneya Rewşenbîrî rêbazeke nû ye. Armanca wê derxistina wê mewdaya hizrî ya belav e ku xwe li jêr xaka estetîkî/rewanbêjî veşartiye. Ev cûreya rexneyê hewl dide paş peyvan bipişkine û girêdan û pêwendiyên wan kifş bike, bêyî liberçavgirtina şiyana rewanbêjiya tekstê, herwiha girîngîdana bi raman û wateyan. Li beramber jî rexneya asayî tenê girîngiyê dide peyv û estetîka rewanbêjî û bi tevahî girêdayî teksta rewanbêjî/estetîk e, çimkî tenê girîngiyê dide bêje û rêya derbirîna wan. Ev rêya mîrateyî mehkûmî komek ji wan pîvanan e ku bi rêya wan xwendin ji bo tekstê tê kirin û hukm li ser tê dayîn.
Rexneya Rewşenbîrî pîvangeriya wêjeyî [literary canon] red dike û dijatiya wê jî dike. Ev cûreya rexneyê hewl dide wergir ji wê bîrkirinê dûr bixe ku hinek karên edebî yên ku rewşenbîriyeke taybet ew berhem anîne, wek baştirîn kar pesn bike, çimkî baweriya wê bi bîrokeya teksta elîteyî nîne û hemû formên rabêjê lêkolîn dike, dûr ji şiyana rewanbêjiya jibîrkirî ya tekstê li gor mekanîzma nû û taybet.
Ne tenê teksta edebî ya elîtê ne hêjayî lêkolîn û vekolînê ye, qaşo hilgira pîvanên estetîkî/rewanbêjî ye ku rexneya edebî girîngiyeke tam daye wê û hemû hewldanên wê di xizmeta wê de bûn, di demkê de gelek rabêjên cemawerî yên curbicur ku xwe di nukte û çîrokên gelêrî û stran û bendbêjî û rêzefîlmên televizyonî de dibînin piştguh xistine, bi bihaneya ku ne hilgirên pîvanên estetîk û rewanbêjî ne, êdî ew yek girîng nedîtiye ku di nav civakê de hilgirên rabêjeke karîger in, ji rabêja estetîk/rewanbêjî karîgertir!
Li wê gorê ku Rexneya Rewşenbîrî çalakiyeke zanyarî ya pirreng e û erkekî aloz û pirralî ye û pêkan e rexnegirên warê Rexneya Rewşenbîrî xwedan paşxanên cuda bin û di warên cuda cuda de kar bikin û bîroke û têgihên curbicur bi kar bînin. Mumkin e Rexneya Rewşenbîrî ji bilî bîrên felsefî, teoriya edebiyat û estetîkê û rexneya asayî jê li xwe bigire.
Herwiha di semantîks (watezanî) û teoriya şîrovekariya derûnî û teroiya Marksî û sosyolojiya û antropolojiyayê de jî bipeyive. Van dawiyan girîngî daye çend babet û navnîşanên taybet wek: Rewşenbîriya zanistan ku teknolojî û civak û romana teknolojî û xeyala zanistî li xwe digire. Herwiha rewşenbîriya wêne û medya û pîşesaziya rewşenbîrî û rewşenbîriya gelêrî û antropolojiyaya rexneyî û dîrokgeriya nû û lêkolîna siyaseta zanistan û lêkolînên sosyolojî û rojhilatzanî û rabêja postkolonyalîzmê û teroiyên pirçandî û femînîzm û jenderzanî û rexneya ekolojî û rewşanbîriya cîhangerî. Yanî lêkolîna rewşenbîrî ne sîstemek e, bi ser de jî têgiheke hizrî ya berdewam û cuda ye û dest dibe pirsên curbicur û ji rewşên siyasî û teoriyên cuda û pirreng pêk tê.
Rexneya Rewşenbîrî navendîtiya tekstê têk dibe û dişikîne û wek ku tekst be lê nanere yan li wê karîgeriya civakî ku berhema tekstê ye nanere, lê belê ji nerîngeha wan sîstemên rewşenbîrî lê dinere yanî tekst li vir hokar û amraz e jî û li gor lêkolînên rewşenbîrî tekst tenê kereseyeke xav e û ji bo dîtina şêwazên naskirî wek sîstemên vegotingerî û kêşeyên îdeolojî tê bikaranîn.
Bi wateyeke din, tekst ne armanca mezin a lêkolînên rewşenbîrî ye, lê belê armanca seretayî ya sîstemên zatî ye di karê civakî de di her rewşekê de be. Bi awayekî ji awayan tekeziyê li ser girîngiya rewşenbîrî dike, ji wê rastiyê bingeh digire ku rewşenbîrî ji bo pêkhatin û formsaziya dîrokê hevkar e, karîgertirîn karê lêkolînên rewşenbîrî jî ew e ku girîngiyeke zêdetir dide pêvajoya berhemanîna rewşenbîrî û dabeşkirin û bikaranîna wê.
Li wê gorê jî berhemê di dema rûdana wê ya rastîn de wêne dike û pirsa hêma û çêj û karîgeriyên îdeolojî disepîne. Lewma em dikarin bêjin: Ev cûreyên lêkolînan vî warî bi awayekî berfireh dikin da ku rêgez û jender û hêma û çêjê jî li xwe bigire. Ev desttêwerdana di karê çandî de li gor wê nerînê ye ku çand xelkê derdibire, di heman demê de jî amrazek ji bo desteserkirinê ye.
Tevgera bi teksta wêjeyî re li gor Rexneya Rewşenbîrî, tê wateya danîna wê di nav konteksta wê ya siyasî de û herwiha danîna tekstê di konteksta xwîner an rexnegir de. Li vir rexnegir li gor bîr û baweriyên Marksî tev digere ku giraniyê datînin ser pêwendiyên navbera çînan û hevrikiyên çînayetî wek kereseyekê ji bo diyarkirina realîteya çandî dibînin. Bi vî rengî metin dibe hêmayeke çandî û watedariya wê tenê di nav wê konteksta çandî û siyasî a ku ew berhem aniye de misoger dibe.
John Story bi kurtî vê yekê ji me re zelal dike û dibêje: “Ew gula ku li sehrayê şîn tê û dipişkuve û paşê hişk dibe, bêyî ku kes wê bibîne yan bêhn bike, qet nabe hêma. Çimkî qonaxa nîşaneyê derbas nekiriye qonaxa wateyê, da ku bi hev re wate yan hêmayekê bi dest bixin. Eger şensê gulê hebe û kesek wê bi çend gulên din re bike gurzek û ji hevalekî ku xizmekî wî miriye re bişîne, hingê vediguhere û dibe hêmayek ku hilgira peyam an wateyê ye. Helbet konteksta çandî wê wateyê diyar dike.”
Bi baweriya John Story, wate ramana li ser tiştekî ye yan ew tişt e ku di mejiyê axêver an guhdar de di dema gotina hêmayê de çêdibe. Yanî hêma aliyê madî yê ziman e. Di zimanê axaftinê de heman tişt e û herwiha di zimanê nivîsandinê de jî, yanî hêmaya watedar.
Konteksta çandî berî her tiştî mewdayeke siyasî ye. Metinên ku di demboriyê de hatine nivîsandin, divê di nav konteksta çanda siyasî ya nivîskarên wan de bên rave û şîrovekirin. Yan di nav wê konteksta çanda siyasî de ku xwînerê nû ji nû ve di hizra xwe de çêdike yan di heman konteksta xwînerê nû de. Bi geşbûna van herdu xalan û çespandina nirxên wan re, ew mewdaya çandî tê diyarkirin ku siruşta metinên edebî û rêyên nirxandina wan jî di eynî demê de diyar dike. Ev bicihkirin di pêwendiyên çînayetî de ku divê di metinên edebî de reng vede, ew bi xwe ye ku lêkolînên çandî yên çepger li dijî wê derdikevin.
Lewma bawerdarên lêkolînên çandî li gor hizrên Marksî yên zelal, bi tundî wê yekbûna qelp û sexte red dikin ku di civakên sermayedar de diyar e. Herwiha wê aramiya rûkeş ku di pêwendiyên çînayetî de heye red dikin, ku çîna desthilatdar û xwedî hegemonî di hewldanê de ye ji bo çespandina bi girîmaneyî ya yekbûna sexte û aramiya çavgirêdayî.
Rexneya Rewşenbîrî di tevgera xwe bi tekstên edebî re, hewl dide hevrikiya berdewam a çînan derxe, ku her çînek dixwaze bi rêya wê wan nirxên çandî biçespîne ku xizmeta berjewendiyên wê bi xwe dikin. Di hevrikiya çînayetî de, hêz an desthilat siruşta pêwendiyên civakî diyar dike, paşê jî siruşta berhemên rewşenbîrî.
Metin bi xwe jî pêgehek ji bo hevrikiya berdewam a çînayetî ye. Rave û şîrovekariya tekstê jî li gor têgihîştina me ji wê rastiyê re ye. Ev tê wateya ku tevgera bi tekstê re, di nav konteksta wê ya siyasî tenê de ne bes e. Çimkî konteksta çandî konteksteke dîrokî ye ku ji berê ve hatiye çespandin. Yanî ne demkî û girêdayî niha ye, lê reh û kokên xwe di nava me de kûr berdane xwarê.
*Her çi qasî min navnîşana nivîsara xwe bi vî rengî jî nivîsandiye, ji ber ku di jêder û çavkaniyên Kurdî de wiha hatiye danîn, lê eger em bixwazin vê têgihê bi awayekî tekûz wergerînin, divê em binivîsin (rexneya kultûrî) çimkî di piraniya zimanên cîhanî de wiha tê naskirin.
Milko Ehmed
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse