Teoman jî bo Dayîkên Şemiyê stranek got

23-05-2024
Nîşan Teoman Dayîkên Şemiyê Stran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdar ê ji Tirkiyeyê Teoman bi wesîleya çalakiya hefteya 1000î ya Dayîkên Şemiyê stranek got.

Dayîkên ku zarok û kes û karên wan hatine windakirin ji 27ê Gulana 1995an ve her hefte roja şemiyê li meydana Galatasarayê ya Stenbolê kom dibin.

Dayîk dixwazin çarenivîsa zarok û xizmên wan bê eşkerekirin.

Teoman jî bi wesîleya hefteya hezarî strana bi navê “Dayîka min Şemî ye” got.

Gotinên strana “Dayîka min Şemî ye” ji aliyê koma Bandistayê hatine nivîsîn.

Stran li ser hesabê Xê yê Dayîkên Şemiyê hat belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst