Pervin Çakar ligel hunermendên navnetewî bixêrhatina ‘Newroz’ê dike

23-03-2021
Aydin Bayram @aydn_byram
Pervîn Çakar strana Newrozê bi awayê soprano strî û li hemû platformên dijital hat belavkirin
Pervîn Çakar strana Newrozê bi awayê soprano strî û li hemû platformên dijital hat belavkirin
Nîşan Pervin Çakar Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermeda Kurd a operayê Pervîn Çakar, bi boneya hatina sersala Kurdî Newrozê, helbesta Newrozê ya Pîrêmerd ku Muhamed Salih Dîlan û  Qadir Dilan awaz jê re danîne û Hesen Zîrek ew gotiye, ligel hunermendên navnetewî ji nû ve tomar kir û li ser platformên dijîtal belav kir.

Pervîn Çakar ji Rûdawê re ragihand ku ev stran diyariyek e ji bo Newrozê û got: “Min jî bi minasebeta Newrozê, îsal helbesta Newrozê ya Pîrêmerd ku Muhamed Salih Dîlan û Qadir Dilan awaz jê re danîne û Hesen Zîrek ew gotiye bi aranjeya Rohat Cebe û bi beşdariya piyanîsta Koreya Başûrî Song Yi û hunermenda vioalêyê ya îspanyolî Ana Zambrano ji tomar kir.”

Helbestvan Pîremêrd (Tewfîq Mahmud Hemza) di sedeya 19-20an de jiyaye. Li ser daxwaza Abdulhamîtê IIyem ji bo Stenbolê hatiye vexwedin. Di sedeya 20em de helbestvan û awazdanêr Muhamad Salih Dîlan û birayê wî Qadir Dîlan li Silêmaniyê bi Pîremêrd re dicivin.Di vê hevdîtinê Pîremêrd li ser kaxiza cîxareya xwe helbesta Newrozê dinivîsîne û daxwazê ji wan dike ji bo Newrozê awaz deynin û bistirên. Di 21ê Newroza 1948an de wê awaz ji stranê re datînin û distirên. Yek ji hunermendê herî mezin ê kurd Hesen Zîrek jî ew stran xwendiye û bi dengê Hesen Zîrekê mezin bûye merşa Newrozê û gelekî berbelav bûye.

Bi serperiştiya Pervin Chakar strana Newrozê ligel amûra viola û pîyanoyê ji nû ve bi giyan bûye û Pervin Çakar “Newroz” ber bi asoya cihana muzîk û hunera navdewletî ve gihandiye. Rohat Cebeyî bi aranjeyîya strana Newrozê, stran bi rengekî wisa amade kiriye ku hunermendên soprano,viola û piyanoyê jî tê de beşdar bin û gelek dengî tê de bi cî bibe.

Piyanîsta Koreya Başûrî Song Yi û hunermenda vioalêyê ya îspanyolî Ana Zambrano di berhemanîna strana Newrozê de ligel Pervin Çakarê beşdar in.Di rastiyê de her enstrumanek xwedî wateyek e. Piyano bayê biharê û viola tîrêjên rojê, soprano jî dengê siruştê teswîr dike. Dema berhem bi van hestan tê guhdarkirin guhdarê xwe dixe atmosfera hatina biharê û ew hest giyanê wî radipêçe.

Bi vê berhemê jî Pervin Çakar giyanê şerq û rojavayê gihandîye gencîneya muzîka kurdî dewlemendtir kiriye. Pervin Çakar a li ser asta navdewletî hunermendên gelekî naskirî û xwedî gelek xelatên navdewletî ye ligel hunermendên hevkarên xwe beşdar in di vê berhemê de bixêrhatina biharê dike.

Strana Newrozê ji aliyê kompanyaya Red Music Digitalê hate berhemanîn û di 20ê Adarê de li hemû platformên dijital hat belavkirin.

Pervîn Çakar kî ye?

Di sala 1981’ê de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Di sala 1995an de li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye. Di sala 2003yan li Zanîngehê Gazî ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye. Di sala 2008an de ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtiye.

Hunermenda Kurd Pervin Çakar di gelek pêşbazîya Operayê yên girîng de xelat wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst