Li Amedê Şanoya Derî ya bi Kurdî hat nîşandan

23-02-2022
RÛDAW
Herwiha şano dê bi zaravayê Zazakî jî bê nîşandan
Herwiha şano dê bi zaravayê Zazakî jî bê nîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, Şanoya Derî ya bi Kurdî hat nîşandan û gelek kesan temaşe kir. Derhênerê vê şanoyê dibêje ew girîngiyê dide nîşandana şanoyekî bi zimanê Kurdî.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, Şanoya Derî ya bi Kurdî hat nîşandan û gelek kesan temaşe kir.

Rêvebera Şano û Sînemayê ya Şaredariya Amedê Handan Ekici dibêje: “Derî, tevî yên taybet 10 caran hat nîşandan. Gelek baş diçe. Çinku dema mirov bi zimanê dayikê temaşeyê şano dikin, jê baş fêm dikin û bertekên baş nîşan didin. Ji ber wê bi dilê wan bû.”

Teksta "Derî" ji aliyê Umut Yilmazer ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê ji aliyê Xelîl Îbrahîm Kaçmaz ve hatiye kirin. Derhêner girîngiyê dide nîşandana şanoyekî bi zimanê Kurdî û dibêje; ti tiştek tama reseniyê nade.

Derhêner Halil Îbrahîm Kaçmaz jî got: “Ji bo temaşevanan gelek girîng e ku şano bi Kurdî ye. Bi rastî gelek girîng e. Çinku, dema ku bi zimanê Kurdî henek û komediyê dibînin bi temamî fêm dikin. Dibe ku, heman henek bi zimanê Tirkî be, temaşevan pê nekenin. Lê ji ber bi Kurdî ye û bûyer li Amedê diqewime, ji temaşevanan re ne xerîb e.”

Temaşevan û lîstikvanên beşdar bûn, dibêjin, hewl didin bi rêya ev çalakiyên bi zimanê Kurdî, peyamên xwe baş bigihînin. Herwiha, dê şano bi zaravayê Zazakî jî bê nîşandan.

Lîstikvan Şafîa Erbil jî got: “Em dixwazin dema behsa zimanê Kurdî tê kirin, yekem tişt huner bê bîra mirovan. Em dixwazin ev ziman bibe zimanê hunerê. Em dixwazin dema behsa Amedê dikin, zimanê Kurdî û projeyên pirzimanî bên bîra mirovan.”

Di Şanoya Derî de hejmarek şanogor, hunermend û berpirsên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê amade bûn û ji çend parêzgehan, koma Şanoya Derî vexwendin.

Nîşandana Şanoya Derî demjimêrek û 20 deqîqeyan berdewam dike û tê plankirin li Ewropa jî bê nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst