Sila kilîpa xwe ya nû diyarî Jîna Emînî kir

22-10-2022
RÛDAW
Sila kilîpa xwe ya nû diyarî Jîna Emînî kir
Sila kilîpa xwe ya nû diyarî Jîna Emînî kir
Nîşan Jîna Emînî Sila
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Tikriyê Sila kilîba xwe ya nû ya bi navê “Şiyarbin ewên di xewde ne” ‘Kalksın Uyuyanlar’ diyarî keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ya ku bûye sembola xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Hunermenda navdara Tirkiyê Sila kilîba xwe ya nû “Şiyarbin ewên di xewdene” diyarî Jîna Emînî kir ku ji ber hîcapê ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hatibû girtin û canê xwe ji dest dabû û piştre ku pêleke xwepêaşandanan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li peyxwe anî.

Sila di kilîba xwe de ew ala ku ji por hatî çêkirin ku niha wek ala xwepêşandanên piştî canjidestdana Jîna Emînî bûye ala nerazîbûn û xwepêşandanên Îranê bikar aniye.

Di helbesta Strana xwe de jî Sila bi van gotinan piştgiriya xwe ya bo tekoşîna jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tîne ziman û dibêje: "Min sond xwar destên we yên berxwedêr bi çareseriyî bigirim"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst