Dîmenê wê yê bi cilên Kurdî deng vedabû: 'Divê em eslê xwe ji bîr nekin'

22-02-2024
RÛDAW
Dîzaynera Kurd Aleda Eva Ablay beşdarî bultena Rûdawê bû
Dîzaynera Kurd Aleda Eva Ablay beşdarî bultena Rûdawê bû
Nîşan Aleda Eva Ablay Cilûbergên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dîzaynera Kurd Aleda Eva Ablay, bi cil û bergên Kurdî derket kolanên Stenbolê û dîmenên wê yên ku li ser torên civakî hatin parvekirin, di demeke kurt de deng veda.

Dîzaynera Kurd da zanîn, “Dema ciwan min dibînin, ew jî dixwazin van cilan li xwe bikin. Ev min kêfxweş dike. Divê em eslê xwe ji bîr nekin.”

Aleda Eva Ablay, cil û bergên Kurdî yên ku dîzayna wan dike li xwe dike û bi wan cilan derdikeve kolanên Stenbolê.

Dîzaynera ciwan dîmenên xwe tomar dike û li ser rûpela xwe ya tora civakî parve dike.

Beriya niha çend rojan dîmenê Ablayê yên ku li Cadeya Îstiklalê ya Stenbolê hatine girtin deng veda û gelek caran hat parvekirin. 

Ablay beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî proje û armancên xwe axivî.

“Lixwekirina cil û bergên Kurdî zêde bûye”

Aleda Eva Ablay wiha behsa çîroka xwe ya dîzayneriyê kir:

“Pîrika min terzî bû. Piştre dayîka min jî ev cil çêdikirin. Ez jî fêr bûm.

Dayîka min dixwest ez dibistana xwe biqedînim. Ev kar di dilê min de bû, piştî min dibistana xwe qedand min dikana cil û bergan vekir.”

Aleda Eva Ablayê eşkere kir ku li gorî berê lixwekirina cil û bergên Kurdî zêde bûye û got:

“Ji vir heta Ewropa û Amerîkayê daxwaza cilan dikin.

Dema daxwaz dikin jî qet pere nakin pirsgirêk. Dibêjin em dixwazin Kurmanciya xwe nîşanî mirovan bidin û eslê xwe ji bîr nekin.”

“Em dixwazin cil û bergên me winda nebin”

Aleda Eva Ablayê ragihand ku ew komeke 6 kesî ne û bi hev re dixebitin.

Aleda Eva Ablayê wiha berdewam kir:

“Medya di nav destê me de ye ku wekî benekî em bikişînin.

Armanca min jî ew e ku ez wî benî bigirim û di aliyê xweşiyê de bikişînim.

Em dixwazin ciwanên me Kurmanciya me nas bikin, cil û bergên me winda nebin. Armanca min ev e.”

Ablayê amaje bi wê yekê kir ku ew di dîzayna cil û bergên Kurdî de motîfên berê jî bi kar tîne lê hewl dide guhertinan jî çêbike.

Ablayê got, “Ez wisa kar dikim ku em hem xwe ji bîr nekin û hem jî ji modernîzmê kêm nemînin.”

“Kêfa gelê me ji me re hat”

Dîzaynera Kurd wiha berdewam kir:

“Ez di heman demê de şanogeriyê dikim. Li Qoserê mamosteyê min Ruhan hebû. Piştî ku min ew nas kir ez gelekî bi pêş ketim.

Min bi dayîka xwe re axaftinên xwe digirt, min bi bav û kalikê xwe re jî dîmen digirtin û li ser medyaya civakî parve dikirin.”

“Ez eslê xwe ji bîr nakim”

Ablayê li ser şêweya dîzayna cilên Kurdî got:

“Ez ji Qoserê, ji Mêrdînê me. Heta ku ji destê min tê ez ji Qoser û Mêrdînê dikevim rê lê em ji ku bin jî em ji Kurdistanê derdikevin rê.

Ji ber ku em li wir hatine dinê, pîrik û kalikên me ji wir in. Em eslê xwe ji bîr nekin.

Em ji ku derkevin rê careke din esil em in.

Dikana min heye lê ez zêdetir li ser medyayê çalak im. Ez li ser wir cil û bergan parve dikim.

Dema ez li xwe dikim xelk dibêje Eva dê belaya xwe li te bidin, dê henekê xwe bi te bikin.

Lêbelê dema min li xwe kir û derketim Taksîmê kêfa wan ji min re hat. Heta polîsan digot Maşalah çi bi te ketiye. Destê xwe li min bilind dikin. Yên di wesayîtan de bûn li qorneyê dixistin.

Geştyar dihatin bi min re wêne digirtin. Kêfa min hat.

Berê dema me li xwe dikir, xelkê digot ev çî ye? Dixeyidîn.

Loma ez dixwazim bi Kurdî bijîm. Çekên min ev in, ez jê fedî nakim. Dema min dibînin ew jî wê fediyê li ser xwe diavêjin. Ew jî dixwazin wekî min bin. Kêfa min jî bi vê tê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst