Şanoya şaredariyê piştî 8 salan deriyên xwe vekir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şanoya Şaredariya Amedê Aleksandr Lukaşenko Don Kîxot Ferhat Keskîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî 8 salan bi lîstika Don Kixot deriyên xwe ji şanohezan re vekir.

Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin îdareya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya şaredariyê de dixebite bi adaptasyona Kurdî ya romana Cervantes a bi navê Don Kixot dest serdemê nû kir.

Listîk li Navenda Çand û Kongreyê ya Chand Amedê derket ser dike.

Şanogerên wekî Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Rezan Kaya, Elîvan Koçer, Sena Ozbey, Kevnar Înal û Şîlan Alagoz di lîstika Don Kixotê rolên serekî lîstine.

Her wiha Ferhat Keskîn jî derhêneriya lîstikê kiriye.

Sala 2016an Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şarederiya Mezin a Amedê kiribû.

Her wiha piştî tayînkirina qeyûman deriyên Şanoyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji lîstikên Kurdî re hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst