Dengbêj Gazin koça dawî kir

21-08-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Dengbêj Gazin
Dengbêj Gazin
Nîşan Dengbêj Gazin Wan Raziye Kizil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dengbêja navdar a Kurd Gazin (Raziye Kizil) ji ber krîza dil di 57 saliya xwe de li Wanê koça dawî kir.

 

Hate zanîn ku Dengbêj Gazin roja Îna borî krîza dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Wanê di bin çavdêriya pizîşkan de bû, îro danê sibê koça dawî kir.

 

Termê dengbêja Kurd dê li Wanê were bixakspartin.

 

Dengbêj Gazin kî ye?

 

Raziye Kizil ku di nav gel de wek “Dengêbj Gazin” dihate naskirin, sala 1959ê li navçeya Tetwan a Bêdlisî ji dayîk bû. Wê ji zaroktiya xwe ve dest bi gotina klaman kir.

 

Dengbêj Gazin, ku di jiyana xwe ya hunerî de 12 albûm derxistine, bi deng û awaza xwe li Bakurê Kurdistanê bû sembola dengbêjên jin. Ew li ser riya Eyşe Şan û Meryem Xanê diçû.

 

Di sala 2010ê de li Wanê yekemîn komeleya dengbêjên jin vekir. Wê herî dawî bi bi dengbêjeke ermen Aşiq Leylê re albûmek bi kurmancî û ermenîkî derxist.

 

Dengbêj Gazin Tebaxa 2017ê ji Rûdawê re gotibû ku heta mirinê ew ê dev ji kilaman bernede û çanda Kurdan jî bi deng û awazên xwe dê bide jiyandin.

 

Wê gelek caran ji bo ku çanda dengbêjiyê têk neçe, malbat û cîranên xwe li hev dicivand û ji wan re dîwanên dengbêjiyê saz dikir.

 

Dengbêj Gazin ji Rûdawê re gotibû: “Dengê ku ez hîn bûme, dengê dayika min e. Dayika min li ber dergûşê ji zarokan re lorikan digot, ez jî jê hîn bûm. Li gund jinan digot. Wan tesîreke mezin li min kir. Dema ku piçekî mezin bûm, êdî kî kilam digot, ez kilaman ji wan hîn dibûm. Piştre min Radyoya Êrîvanê guhdarî kir û wisa hînê dengbêjiyê bûm. Nava malbata min de hemûyan dengbêjî dikir.”

 

Dengbêj Gazin, demeke dirêj bû di bin banê Komeleya Çand û Hunera Serhedê de kar dikir. Piştre ji bo zindîkirina dengbêjiyê komeleyek vekir û dest bi perwerdehiya dengbêjiyê kir. Lê bi biryarên erka qanûnê de herdu komele jî hatin girtin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst