Çarem roja Festîvala Fîlman a Silêmaniyê: 38 fîlm tên nimayîşkirin

20-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê berdewam e û di roja çarem de di warên cuda de 38 fîlm tên nimayîşkirin.

Fîlma bi navê `Min Xewnek Dît` a derhêner Murat Çerî îro, 20/12/2021, di çarçova festîvalê de tê nimayîşkirin. Ev fîlm 99 xulek e û di pêşbirka fîlmên dirêj de tê nîşandan.

Ev fîlm behsa zarokekî bi navê Tariq ê 9 salî dike ku di bûyereke trafîkê de bavê xwe ji dest dide û dayika wî jî dikeve komayê. Tariq piştî vê bûyerê hefizeya xwe ji dest dide û tekane peywendiya wî bi raboriya wî ve xewnên wî ne.

Derhêner Murat Çerî sala 1980 bajarê Bolu yê Tirkiyê jidayîk bûye û her li Tirkiyê beşa sînemayê li akademiya zanist, huner û felsefê de xwendiye.

`Min Xewnek Dît` ku li festîvala Meletiyê hatibû xeletkirin, heta niha di çarçova festîvalên fîlman de li 25 welatan hatiye nimayîşkirin.

Di çarçova 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê, 7 belgefîlmên Kurdî û biyanî û 6 kurtefîlm dê bên nimayîşkirin.

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê, bi sponsoriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê birêve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst