Jiyana Qazî Muhammed dibe fîlm

20-07-2019
Gülbahar Altaş
Nîşan Muhammed Arslan Qazî Muhammed Fîlm Serokkomarê Komara Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derhênerê Kurd Muhammed Arslan dibêje ew dixwaze li ser jiyana Serokkomarê Komara Kurdistanê (Mehabad) Qazî Muhammed ku 31ê Adara 1947an ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, fîlmekê amade bike. Arslan ji bo vê projeya xwe jî li benda alîkariya fînansî ye.

 

Derhener û senarîstê Kurd Muhammed Arslan, piştî fîlmên ‘Pêlavên Bixwîn’ û ‘Berxwedan’ ku li ser îşkenceyên li Girtîgeha Amedê çêkiribûn, amadekariyan bo projeyeke nû û dîrokî dike.

 

Muhammed Arslan ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwaze fîlmekê li ser jiyana Qazî Muhammed ku Serokkomarê Komara Kurdistanê (Mehabad) ku sala 1946an li bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê hatibû damezirandin, çêbike.

 

Muhammed Arslan dibêje wî di temenekî biçûk de destbi karûbarên sînemayê kiriye û aşkere dike ku di 15 saliya xwe de derhenerê Kurd ê navdar Yilmaz Guney nas kiriye.

 

Arslan hevdîtina xwe ya li gel Yilmaz Guney wiha vedibêje, “Yilmaz Guney wê demê di girtîgehê de bû û ez bo dîtina wî çûm bo girtîgehê. Berpirsekî ji wî re got, ‘zarokek bo dîtina te hatiye’ û piştre ez ketim hindûr û yekem car min Yilmaz Guney li wir dît. Me hevdu hembêz kir û ji wê rojê ve bû mamoste û birayê min. Piştî wê di Kovara Guney û fîlmên Rê(Yol), Kerî (Suru), Dijmin (Duşman) de min asîstaniya wî kir.”

 

‘Em dê alîkariyê ji dîroknas, lêkolîner û çavkaniyên zindî werbigirin’




Muhammet Arslan aşkere dike ew dixwaze jiyana Serokkomarê Komara Kurdistanê Qazi Muhammed ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, bike film û wiha dibêje, “Di dema sihbetekê de hat gotin ku ‘Çima fîlmek li ser jiyana Qazî Muhammed neyê çêkirin?’ min jî got, ‘Divê ev di asta Hollwoodê de bê çêkirin, barekî giran e û pêwîst e mirov di bin de nemîne û di aliyê aborî de jî giran e’. Min sihbet li ser twitterê belav kir û min dît ku piştevanî û kelecaneke zêde heye. Madî û manewî bertekên baş hatin. Karkerekî ji Çewlîgê digot, ‘Ez rojane bi 70 lîreyan kar dikim û amade me mûçeyê xwe yê mehekê bişînim’. Enerjiyeke baş derket hole. Ev dê bi daxwaza gel pêk bê û tişta ku xwe dispêre gel jî serdikeve.”

 

Arslan destnîşan dike ku mijara sereke ya film amade ye û wiha dibêje, “Di vê mijarê de em dê alîkariyê ji dîroknas û lêkolîneran werbigirin. Kurê Qazî Muhammed, Eli Qazî li Hewlêrê dijî û ez dixwazim wî jî nas bikim. Dibe bîranînên wî yên ku bi me re parve bike hebin. Em naxwazin çîroka film tenê li ser tiştên hatine bihîstin û ji pîrtûkan werbigirin. Divê em ji çavkaniyên zindî jî sûd bistînin. Mijareke gelek hesas û girîng e. Pêwîst e gelek bi baldarî bê çêkirin eger na nikarim hesaba wê bidim. Bi berhevkirina zanyarî û arşîvan em dê derbasî qonaxa senaryoyê bibin. Ev ne meseleyeke wisa ye ku lez lê bê kirin, divê kedeke gelek mezin bê dayîn.”

 

Hollywood piştevaniyê dike


Derhenêr Arslan dibêje ew dikare bi alîkariya hevalekî xwe ji Hollywoodê jî lîstikvana beşdarî vê projeyê bike û wiha pê de diçe, “Di destê me de derfetî wisa heye ku em ji Hollywoodê lîstikana beşdarî film bikin. Lê ez naxwazim ji Yeşîlçamê ti kes bikeve nav vê projeyê. Yilmaz Guney jî gelek ji wan aciz bû lê wê demê neçar bû. Ji wê heyamê heta niha Yeşîlçam glek xerabtir bûye û hemû vegeriyane bo rêzefîlman û lîstikvan nemane. Ji xwe ditirsim cih di fîlmên bi vî rengî de cih bigirin. Ez ji fîlmên xwe yên dizanim. Pêşiyê dibêjin erê û piştre bi hincetên cuda naxwazin cih tê de bigirin. Lîstîkvanên navdar hene, lîstikvanên fransî, Yewnanî û Brîtanî hene. Ji bo fîgurantiyê jî beşdariyeke zêde ya gel dê çêbibe, taybet di ware şervanan de bo artêşê.”

 

‘Berdela wê çi jî be em dê wî fîlmî amade bikin’




Derhênerê Kurd Muhammed Arslan dibêje berdela wê çi be jî ew dê wî fîlmî amade bike û diyar dike, “Fîlm dê bi çavekî objektîf bê girtin. Ez mîna Yilmaz Guney xwe weke Marksîst pênase dikim. Li gel Yilmaz Guney xwedî heman bîr û boçûnan im. Ji xwe Yilmaz Guney alîgirê Kurdistaneke serbixwe bû.  Lêbelê di derbarê bîr û baweriya Qazi Muhammed de ez dê gelek bi hesasî tev bigerim û tiştekî cuda dernexînim hole. Qazi Muhammed çi be, bîr, boçûn û baweriya wî  çi be ew dê bê nîşandan û tiştekî cuda ti kes nabîne. Dibe suret bê guhertin lê em dê hewl bidin ku heman ruhî bidin.”

 

Muhammed Arslan ji bo pêkanîna film daxwaza alîkariya darayî ji karsazên Kurd dike û gotinên xwe wiha bi dawî dike, “Li her dera cîhanê karsazên me hene. Em dixwazin ew jî bibin şirîkên vê projeyê. Ji xwe 40 kes kom bibin û her yek 50 hezar dolar bide em dê ji bin vî barî derkevin. Divê ev kar jî bi şefafî bê kirin û weqfek bê avakirin. Ez bi teredût nêzikî karê pare dibim û ji ku tendurist û baş be dixwazim weqfek navbeynkdariyê bike. Naxwazim kêmasî an lekeyek bikeve ser film û dixwazim weqfên netewperwer ên Kurd di vî warî de hessasiyet nîşan bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst