Resamê Rojavayî Sadûn: Di tabloyên xwe de dîroka netewa xwe nîşan didim

20-01-2021
RÛDAW
Hunermendê resam ê ji Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Sadûn. Wêne: Rûdaw
Hunermendê resam ê ji Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Sadûn. Wêne: Rûdaw
Nîşan Rojava Mihemed Sadûn
A+ A-

Amûdê (Rûdaw) – Mihemed Sadûn yek ji wênekêşên navdar ên Amûdê ye, ku di tabloyên xwe de jiyana xelkê gundên Kurdistanê û bi taybet jinan nîşan dide. Ew bi xwe derbarê tabloyên xwe de dibêje: “Ez dîroka netewe û bav û bapîrên xwe di tabloyên xwe de nîşan didim.”

Amûdê yek ji bajarên diyar ên Rojavayê Kurdistanê ye, wek bajarê hunermend û hunerdostan navûdeng daye. Mihemed Sadûn yek ji wênekêşên navdar ên Amûdê ye ku sala 1964an li vî bajarê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Mihemed Sadûn gelek ji bajarê xwe hez dike û dibêje: “Ji bo min Amûdê ji her cihekî din xweştir e.”

Ji ber wênekêşiyê xwendina xwe ya zanîngehê xilas nekiriye û bawername bi dest nexistiye.

Tabloyên wî bêtir qala jiyan, jin û bedewiyên xwezayê dikin, folklor û jinên gundên Kurdistanê di piraniya tabloyên wî de tên dîtin.

Mihemed Sadûn derbarê hunera xwe û tabloyên xwe de dibêje: “Ez çîroka netewe û bav û bapîrên xwe di tabloyên xwe de nîşan didim.”

Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê, Kanî Helebceyî û Mihemed Sadûn bi hev re li nav bazara Amûdê digerin û li Qehwexaneya Kewê ku zêdeyî 70 salî ye li navenda bajêr hatiye vekirin, bi hev re qehweyê vedixwin.

Mihemed Sadûn bi xwe wiha pênaseya karê xwe dike: “Tabloyên min ser bi dibistana ketwar û derbirînparêz in”, lê gazinan ji rewşa bazara berhemên hunerî li Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje: “Em li vir nikarin bi dahata şêwekariyê bijîn.”

Mihemed Sadûn herdem kêfxweş dibe dema berhemên wî tên kirîn û li cihên cuda belav dibin. Bi baweriya wî, bi vî rengî tabloyên wî bêtir tên naskirin.

Di vê derbarê de hunermend Sadûn ji Rûdawê re got: “Ez kêfxweş im ku tabloyên min li Hewlêr, Enqere û Stenbolê tên dîtin.”

Gelek caran cih û warên hunermendan dibin îlhama gelek berhemên bedew. Mihemed Sadûn jî dibêje, “îlhama min Amûdê ye, ev bajar jêderê çend tabloyên min e û ez herim ku jî her lê vedigerim.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst