Hejmarek ciwanên Sûrî amûrên muzîkê çêdikin

19-11-2022
RÛDAW
Hejmarek ciwanên Sûrî amûrên muzîkê çêdikin
Hejmarek ciwanên Sûrî amûrên muzîkê çêdikin
Nîşan Sûriye Muzîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Muzîkjenên Sûrî li Şama paytext kargehek ji bo çêkirina amûrên muzîkê yên Ewropî û Afrîkî vekirine. 20 amûrên muzîkê ji bo firotinê amade kirine.

Ebdulah Sufeya ji sala 2019an ve hewl dida vê kargehê veke, dibêje nebûna elektirîkê piraniya caran bêhna wî teng dike.

Kargeheke biçûk a çêkirina amûrên cor bi cor ên muzîkê ye li bajarê Şamê yê Sûriyê.

Hostayê Çêkirina Amûrên Muzîkê Ebdula Sufeya anî ziman, “Ez hewl didim amûrên muzîkê yên li Ewropa, Avusturalya, Nîjerya, Afrîka û Îspanyayê çêbikim. Dixwazim van amûran bi karê destkariya ciwan û kalîteyeke baş çêbikim.”

Piştî çêkirina amûran, girîngiyê bi ciwankariya wan jî didin û wan dixemlînin.

Muzîkjen Mihemed Şîhade got, “Ev amûrên muzîkê di demên cuda yên muzîkê de li cihan belav dibin. Ev amûrên muzîkê li welatê me nayên çêkirin û zehmet e ku Sûrî xwe bigihînin wan. Ji ber vê yekê em bi çêkirina wan ve mijûl in.”

20 amûrên muzîkê ji bo firotinê amade kirine û nirxê her yek ji wan 100 dolar e.

Sala 2019an ev hizir ji bo Abdulla çêbû û kêfxweş e ku ev hizra xwe cîbîcî kiriye lê dibêje nebûna elektirîkê piraniya caran bêhna wî teng dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst