Li Helebê pêşangeheke hunerî-rewşenbîrî hat vekirin

19-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Helebê li beşa di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de pêşangeheke hunerî-rewşenbîrî bi navê "Carekê ji caran li Helebê" bi beşdarbûna çend şêwekarên Sûriyeyî hat vekirin.

Parêzgeha Helebê li Sûriyê bi Sûriya biçûk tê binav kirin, li wê parêzgehê piraniya pêkhatiyên cuda bi hev re dijîn, niha li ew parêzgeh bûye 4 beş, beşek di bin kontrola HSD, beşek di bin kontrola Hikûmetê û beşek di bin kontrola Cebhet El Nusre û beşê din jî di bin kontrola çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyê.

Hikûmeta Sûriyê ku navenda Helebê di destê wê de ye, gelek çalakiyên cuda yên çandî û hunerî lê çêdibin.

Li meydana el Heteb a Heleba kevin, pêşangeha hunerî-rewşenbîrî bi navê "Carekê ji caran li Helebê" bi beşdarbûna çend şêwekarên Sûriyeyî hat vekirin.

Berpirsê pêşangehê dibêje, di her karekî de ku di pêşangeha wan a "Carekê ji caran li Helebê" de hatine nîşandan çîroka ciwanên Sûrî behs dike.  

Rêkxerê pêşangehê Anton Meqdes jî got: “Her karek ji van karên hunerî çîroka ciwanên Sûrî vedibêje, ku dema şer destpê kir temenê wan di navbera 12-15 salî de bû. Peyama êş û hêviyê di heman demê de dighînin. Şêwekaran bi rêya hunerê ev yek kirine.”

Peyama rêkxer û şêwekaran ew e hestê ciwanî û aramiyê di derûna serdankeran de vejînin, daku êş û derdên 11 salên şerê navxwe ji bîr bikin.

Anton Meqdes herwiha got: “Derbarê civaka xwecihî de li Helebê, ev kar bo wan şok bû. Ev kar cara yekem li Helebê û cara duyem li Sûriyê tê kirin. Mijara herî girîng ew e çima ev pêşangeh li Helebê tê vekirin? Piştî 11 salên şer, pêdiviya xelkê Helebê û hemû civaka Sûriyê bi dîtina ciwaniyê heye, hevdem ji dilê xwe hest pê bikin û bikaribin ciwaniyê çêbikin. Berî her tiştî huner çêkirina ciwaniyê ye di nav xemgîniya derdorê de.”

29 çalakiyên şêwekarî di vê pêşangehê de çîrokên ciwanên Sûrî di şerê navxwe yê Sûriyê de pêşan didin.

Derçûya Koleja Hunerên Ciwan Rîta Helebî jî dibêje: “Navê karê min Ewabid e. Min çar kêlên goran çêkirine. Li ser her kêlekê 10, 20, 30 û 40 hatiye neqişandin ku zaroktî, xortanî, bîrbûn û mezinbûnê nîşan didin. Li jêr wan kêlên goran kevok hene, ev jî nîşana civaka ku her kêliyekê hest bi mirina derûnî dike. Lewra dê kevok an li jêr gir bin û yan jî dê li ser gir bifirin."

Hemû şêwekarên pêşangeha "Carekê ji caran li Helebê" derçûyên Koleja Hunerên Ciwan in. Bi gotina rêkxerê pêşangehê hejmara 29ê ya tablo û karên hunerî yên pêşangehê, hemû tîpên alfabêya zimanê Erebî li xwe digirin bi armanca vegerandina jiyana asayî bo xelkê Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst