TEHRAN - Weşanxaneyeke Xorasanê beşdarî pêşangeha pirtûkan bû

19-05-2024
RÛDAW
Weşanxaneyeke Xorasanê yekem car beşdarî beşdarî pêşangeha pirtûkan bû / Wêne: Ji dîmenan
Weşanxaneyeke Xorasanê yekem car beşdarî beşdarî pêşangeha pirtûkan bû / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Weşanxanaya Bîjen Yurdê Kurdên Xorasanê Pêşangeha Pirtûkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Weşanxanaya Bîjen Yurdê ya Kurdên Bakurê Xorasanê bi 50 pirtûkan beşdarî 35emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Tehranê bû.

Ji bo cara yekem e Weşanxaneya Bîjen Yurdê ya Bakurê Xorasanê beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê bû.

Weşxanxaneya Bîjen Yurdê bi zêdetirî 50 kitêbên nivîskarên Kurdên Xorasanê yên bi zimanê Kurdî û  pirtukên derbarê Kurdên Xorasanê bi zimanê Farsî beşdarî pêşangeh bû.

Weşaxnxaneya Bîjen Yurdê yek ji weşanxaneya herî çalak a Kurdên Xorasanê ye.

Ew weşanxane piranî berhemên derbarê Kurdên Xorasanê çap û belav dike.

“Me 50 pirtûk li ser Kurdên Xorasanê û Kurdan hene”

Berpirsê Weşanxaneya Bîjen Yurdê Mêhdî Hatemî li ser beşdariya Pêşangeha Pirtûkan a Tehranê ji Rûdawê re got:

“Em cara yekê ye beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Tehranê dibin.

Me 50 pirtûk li ser Kurdên Xorasanê û Kurdan hene. Em beriya niha beşdarî çend pêşangehên din jî bûne.”

“Em amade ne pirtûka her nivîskarî çap bikin”

Mêhdî Hatemî amaje bi wê yekê kir ku ew bêtir li ser dîrok, çand û zimanê Kurdên Xorasanê pirtûkan çap dikin.

Li gorî gotina Mêhdî Hatemî ew berhemên nivîskarên Kurdên bajarên din jî çap û belav dikin.

Wan pirtûka Salih Kevirbirî ya li ser jiyana dengbêj Xerapetê Xaço belav kiriye.

Mêhdî Hatemî da zanîn ku her nivîskarekî Kurd li her devera cihanê ku bixwaze pirtûka wî were çapkirin ew amade ne jê re çap bikin.

Li Xorasanê wekî Weşanên Şîlan û Weşanên Cîhanî, Emû Elewî, Tevahudî jî hene û derbarê Kurdên Xorasanê pirtûkan çap dikin.

Helbestvanê ji Bakurê Xorasanê Elî Heyderî beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Tehranê bûye û stadna Weşanxameya Bîjen Yurdê ziyaret kir.

Elî Heyderî ji Rûdawê re eşkere kir ku di pêşangehê de ew li standên weşanxaneyên Kurd digere her dema pirtûkekê li ser zimanê Kurdî, wekî Kirmanckî/Zazakî, Kelhorî dibîne distîne û jê sûdê werdigire.

Milyonek pirtûk hatin firotin

35mîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Tehranê bi dawî bû.

Li gorî zanyariyan milyonek pirtûk di pêşangehê de hatin firotin.

Berpirsên weşxanxaneyên Kurdî yên beşdarî pêşangehê bûne ji firotina rêjeya pirtûkan razî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst