Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan- Sûriyê (YNKS) çalakiyên rewşenbîrî, li bajarê Qamişlo li darxist.
Çalakiyên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan- Sûriyê bi helkefta roja zimanê Kurdî ye, di van 4 rojan de hejmareke semînar li ser çand, helbest û rojnamegereya Kurdî hatin birêve birin.
Di çalakiya îro de, Yekîtiya Nivîskaran helbestvanê Kurd Tengezarê Marînî xelat kir. Tengezar xelkê Tirbespî ye û li Almanya bajarê Hannoverê dimîne.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan- Sûriyê her sal nivîskar an helbestvanekî Rojavayê Kurdistanê xelat dike.
Di salên borî de 6 nivîskar û helbestvan hatibûn xelatkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse