Ezîz Weysî: Min ji dadger re got ez li aliyê gel im

17-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Ezîz Weysî li ser desteserkirina xwe got: "Li dadgehê xwestin ez bibêjin ku ez ji klîba ku min belav kiriye poşman bûm, lê min got ez li cem gelê xwe me û tişta ku min kir ez jê poşman nebûme."

Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Ezîz Weysî ku bi tohmeta piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatibû desteserkirin, beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa desteserkirina xwe kir.

Ezîz Weysî got: “Li Ewropayê storiyeke min li ser medyaya civakî hatibû belavkirin, her ji ber wê ez bi nameyê ji bo dadgehê hatim vexwendin û dema ez vegeriyam Îranê dadgehê biryara girtina min da û dema ez çûm, min zanî sedema desteserkirina min ew video bûye.”

Weysî da zanîn ku ew rojekê li girtîgehê hate ragirtin û piştre bi kefalet hate azadkirin heta ku dadgeh biryarê li ser dosyaya wî bide.

Derbar miameleya hêzên asayişa Îranê de jî Ezîz Weysî got: “Ji ber ku deng û navekî min heye, nekarîn li girtîgehê bi rengekî nebaş nêzî min bibin. Li dadgehê xwestin ez bibêjin ku ez ji klîba ku min belav kiriye poşman bûm, lê min got ez li cem gelê xwe me û tişta ku min kir ez jê poşman nebûme, eger ez niha tiştek bim, wan kesan ez kirim şexs; ji ber vê yekê ez bi wan re me.”

Ezîz Weysî herwiha dan zanîn: "Bi dana tapoya xaniyê xwe, wan destûr dan ku ez derbikevim derve, lê ne ne diyar e ku dadgeh dê kengî dîsa li ser doza min bicive û biryarê bide. Ji min re gotin em dê bi rêya telefonê te agahdar bikin.”

Ezîz Weysî herî dawî li ser hesabê xwe yê Instagramê li ser xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê parvekirin kiribûn û stranek jî li ser rewşê belav kiribû,lewma hatibû desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst