WÊNE – Makyajora Fars projeya xwe ya mezin a li Kurdistanê eşkere kir

17-07-2018
Hîwa Selah
Nîşan SEma Îsmaîlî Makyaj Sînema
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sema Îsmaîlî sala 1986ê li Îranê ji dayik û bavekî Fars jidayik bûye. Lê ew kurdiyekî resen diaxive, ku kes bawer nake Sema Îsmaîlî ne Kurd e. Semayê di warê şêwekariyê de bawername wergirtiye lê hêz û behremendiyên xwe tenê bi şêwekariyê ve sînordar nekiriye û niha jî mijûlî hunera makyajê ye.

 

Sema Îsmaîlî karê model û nimayîşkarî jî dike lê xwe weke model nabîne. Herwiha dibêje ji bo zarokên bêkes û bêserpereş projeyekê wê yê mezin heye. Îsmaîlî di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa hunera makyajê û giringiya wê ya di sînema û fîlmên Kurdî de dike.

 

Çi bû sedem ku bibî aşiqê hunera makyaja sînemayê?

 

Bi nêrîna min huner deryayekî bêbin e û çiqas hunerê bizanî hêj di destpêkê de yî. Hunera makyajê li cem min hezekî navdilî û kevn bû. Dema min li Kurdistanê dest bi karê hunera makyaja sînemayî kir, kêm kesan ev kar dikirin. Ji ber min beşa nîgarkêşî xwendiye, ev kar jî ji min re hêsan dihat. Di hilbijartina reng, şêwaz û form de hunera şêwekarî pir bo min bû alîkar. Lewma ji serî ve bûne aşiqê cîhana rengan, makyaj û nîgarkêşiyê bûm.

 

 

Te destpêkê li Îranê yan li Kurdistanê dest bi karê makyajê kir?

 

Di destpêkê de min li Îranê ev kar kir ji bo kurtefîlman. Paşî sala 2010ê ligel derhênerê ciwan Rêkar Ehmed hatime Kurdistanê û kar kir. Li Kurdistanê hatime nasîn û paşî min li çend televîzyonan karê makyaja artîstan kir.

 

Ji bilî sînemayê te makyaja artîstên klîban jî kiriye?

 

Bêguman min ligel gelek hunermendên Kurdistanê kar kiriye. Beşdarî 450 klîban bûme û herwiha min ji wan re karê makyajê kiriye. Min li gel hunermdnên Iraqê jî kar kiriye. Ji bilî vê piraniya reklamên li Kurdistanê çêdibin, serpereştiya makyaj û hilbijartina cilûbergan min kiriye.

 

 

Li Kurdistanê hunera makyaja sînemayê di çi astê de ye?

 

Mixabin, li Kurdistanê pir kêm kar li ser vê başa hunerê hatiye kirin û li kolejên hunerî jî pir giringî nehatiye dayîn. Min hewl da li derveyî welat bi awayekî akademîk bixwînim û vegerime Kurdistanê û li kolejên hunerê xizmet bikim lê nebû. Jixwe li Kurdistanê pir berhemên sînemayî dernakevin. Herwiha hinek ji wan fîlmên li Kurdistanê tên çêkirin, pir ne bi kalîte ne. Li Kurdistanê kelûpelên makyajê yên bi kalîte jî nînin, ku di sînemayê de jêre dibêjin ekefta makyajê.

 

Di fîlmên tirsê de bandora makyajê gelek e, lê çima li Kurdistanê fîlmên wiha nayên çêkirin?

 

Di warê fîlmên tirsê de zanîn û şarezatiya min heye. Lê heta niha li Kurdistanê senaryoyekî wiha neketiye destê min da ku kar li ser bikin. Heta niha ti kes jî piştgirî nade hizir û projeyeke wiha. Lewma li Kurdistanê fîlmên tirsê nayên berhemanîn. Derhêneran jî xwe di vî warî de neceribandine.

 

 

 

Gelek caran weke model jî derdikevî, ev pîşeya te ya sêyemîn e yan tenê hez û xewnek e?

 

Ez xwe model nabînim. Ji ber ku pêwîstiya hinek standardan heye. Modêlîstî hez û xewneke min e. Piştî şerê DAIŞê dest pê kir, karê sînema, klîpan kêm bû û hingî min berê xwe da modêliyê û min xwest ji hemû kesan re bêjim ku karê hunerî berdwam dike.

 

Biryar bû ku di fîlmekî Kurdî de bilîzî ku wî filmê behsa şerê DAIŞê dikir. Gelo çi ji filmê hat?

 

Belê, weke aktor beşdarî fîlmekî Kurdî bûm. Senaryo Mihemed Mûhsin nivîsî bû û derhêneriya wê jî Ciwan Bamernî dikir. Me li bereyên şer dîmen tomar kirin lê mixabin kêşeya berhemanînê hebû û heta niha jî Kurdistanê nehatiye nimayîşkirin.

 

 

Tu di vê rewşê de asta sînemaya Kurdî çawa dibînî?

 

Bi nêrîna min di vê qonaxê de sînemaya Kurdî di cihê xwe de rawestiyaye û pêşve naçe. Lê eger em li cîranên Kurdistanê meyze bikin, weke mînak li Tirkiye û Îranê, em dibînin ku sînemayên wan bernakevin, çima? Ji ber ku fîlmên bihêz çêdikin û xelk bi hezkirin seyr dike lê li Kurdistanê ev tişt nayê dîtin.

 

Tu ji dayik û bavekî Fars ji dayik bûyî, çawa fêrî zimanê Kurdî bûyî?

 

Zimanê Kurdî hinek nêzîkî zimanê Farisî ye. dema yekemîn car hatime Kurdistanê, min hest pê kirk u ev welatê min e, li vir qet hest bi xerîbiyê nakim. Xelkê Kurdistanê pir mîhrîban û mêvandost e, ji ber vê ez hez ji wan dikim û di nav wan de kar dikim.

 

Projeya te ya dawîn çi ye?

 

Hertim hêvî û miraza min ew e ji bo zarokên bêkes û bêserpereşt kar bikim. Ji bo vê projeyekî min ê mezin heye, ku ev demeke dirêj ez kar li ser dikim. Ji bo vê pêwîstiya min bi sponsor û hevkariya hemû kesan heye. Projeya min ew e ku zarokan fêrî hemû cureyên hunerê bikin da ku bikarin bi vî rêyê di paşerojê de bibin xwediyê pîşe û debara jiyana xwe bikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst