Tirkiyê ji hunermedê Kurd weke temînat daxwaza 1.5 milyon TL dike

17-04-2023
RÛDAW
Tirkiyê ji hunermedê Kurd weke temînat daxwaza 1.5 milyon TL dike
Tirkiyê ji hunermedê Kurd weke temînat daxwaza 1.5 milyon TL dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Kurd Alî Baran ê ji Dêrsimê ku nasnameya wî ya Almanyayê jî heye, dema ji Berlînê tê Tirkiyê li Balafirxaneya Sabiha Gokçen a Stenbolê hatibû desteserkirin. Baran ku niha dixwaze vegere Almanyayê, lê dadgehê 1.5 milyon lîreyên Tirkî (70 hezar Euro) merc daniye li ber derketina wî ya ji Tirkiyê.

Hunermed Alî Baran 8ê Adara 2023yan ji Almanyayê hatibû Tirkiyê, lê li Balafirxaneya Sabiha Gokçen a Stenbolê hatibû desteserkirin û ji wê demê ve Qedexeya derketina derve li ser wî hatiye danîn.

Alî Baran beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa doza li dijî wî hatiye vekirin kir.

Alî Baran got: “Ez di 8ê Adarê de hatim Tirkiyê. Li Balafirxaneya Sabiha Gokçen ji min re gotin ku der barê te de biryara girtinê hatiye dayîn. Gotin dadgeha Xarpêtê biryar daye, lê ji ber ku ez li Stenbolê dijîm dosya şandin vir. 5-6 sal berê ji ber konsera Wanê salek ceza li min birîn. Li Dêrsimê jenosîd hat kirin. Gelê me şewitandin. Ji ber ku min got '70 hezar mirovên me mirin`. Ji ber van gotinan salek ceza li min hat birîn. Ceza ji bo 5 salan hat paşxistin. Lê beriya 5 salan dîsa doz li min vekirin. Dema em dibêjin sûc e. Lê belê Erdogan bi xwe jî got ku ev komkujî ye; lê dema em dibêjin çima sûc tê hesibandin?”

Hunermendê Kurd diyar kir ku ew ji hemwelatibûna Tirkiyê hatite derxistin û got: “Sala 1980an ez li Almanyayê xwendekar bûm. Di sala 1982an de hemwelatîbûn min hilweşandin. Ez jî bûm hemwelatiyê Almanyayê. Dûv re Turgut Ozal di sala 1992an de 300 hunermend,  ez jî di nav de hemwelatîbûna me vegerand. Min bi vê yekê nizanîbû, ez gelek paşê hîn bûm ku ez jî hemwelatiyê Tirkiyê me. Niha Alman dibêjin, 'temam e, tu hemwelatiyê me yî, lê tu hemwelatiyê Tirkiyeyê jî. Em nikarin tiştekî ji bo te bikin`. Ez çûm Konsulxaneya  Almanyayê, em axivîn, du ji wan bo dadgehê jî hatin. Min got ez ji dadgehê narevin, ez ji welatê xwe hez dikim, we hemwelatîbûna min ji min stand, ez bi her awayî hatim. We ji min re salek ceza birî, lê ez dîsa hatim.”

Alî Baran da zanîn ku ew ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê konsertan saz dikin û lewma dixwaze here Ewropayê û got: “Min ji wan re got ku rê bidin ez herim. Wê demê ji min 1,5 milyon TL hat xwestin. Yanî 70 hezar euro. Ma ez dikarim 70 hezar euro ji ku derê bibînim? Tembûra min heye û dengê min heye. Ez ne mîlyoner im. Dibêjin eger pere nedin hûn nikarin derkevin derve. Min got mala min li vir e, ez li vir konseran didim, diçim û diçim. Dibêjin na, bawer nakin. Armanca wan bidestxistina pereyan e. Min got belkî 10 hezar lîre yan tiştekî din dixwazin. Hin hevalên min hene ku min jê pirsî. Wan jî miqdarek hindik dan, lê pereyê ku ji bo min tê xwestin skandal e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst