Serpêhatiya Marya Hewramî û melayê Kurd

15-09-2019
RÛDAW
Nîşan Mela Helo Marya Hewramî
A+ A-

Ol tarîf û pênaseyên cuda cuda li xwe digire. Ev ne tiştekî taybet e ku mirov di cîhana modern û çaxê teqîna zanist û şoreşên pîşeyî de gihiştibe vê encamê. Lê bi her serdem û bûyerekê re, wate û formên olê wek pêkhateyeke kultûrî tên guherandin.

Asta hişyariya van guherînan naveroka nerîn û pênaseya me ji olê re destnîşan dike. Yanî dema mirovê aqilmend li ser aqilmendî û fikirîna xwe hişyar bû û xwehişyariyê teşe girt.

Wek pêkhate navendeke pîroz û sereke ya her olekê heye. Şerên dîrokê jî hertim encama rûbirûbûna van navendên pîroz bi xwe bû. Lê şerê olên tewhîdî (yektaperest) ne li ser van tiştên navendî bû. Lê li ser têgihîştina wan a cuda ji hinek diyardeyên çandî û kultûrî re bû. Nexasim li ser forma desthilatê û meşandina wê ji têgihîştina xwe ya taybet ji olê re ku li gor dîtina wê ola rast û dirust bû.

Di çaxê Ronesansê de, kelema herî mezin ku hertim derdiket pêşiya nûjenkirin û guherandina civakê, bawerdarên bingehparêz ên sedsalên navîn bûn. Lê Ronesansê rêya xwe di nav reformên olî û çaksazî de dît û li Îtalya û Fransayê û paşê li seranserê Ewropaya Rojava geş bû û serdema ronakbîriyê peyda kir û mirovê bîrmend çêkir ku berpirsiyariya xwe wek bûnewerekî hizirvan li stûyê xwe girt.

Vêga mebesta min li vir ne ew e ku ez dîroka derketin û daketin û reform û lêdan û xwendina olî li Rojava şîrove bikim. Lê mexseda min ew e ez li ser mijarekê rawestim ku naveroka dîroka olê û derketinên olî yên civaka me ya Kurdî destnîşan dike.

Li vir ev pirs derdikeve holê: Gelo çima di dîroka zihniyet û lênihêrîna olî ya Kurdî de kesên mîna Mela Helo û Mela Ebdilletîf û gelekên din jî di wê baweriyê de ne ku maneyeke Xwedê ya tikûtenê heye û ew jî dîsa ew wateya taybet û takekesî ye ku li ba wan bi xwe heye?

Gelo çima ew nikarin qayîl bibin ku mane, rol û naverokên cuda cuda yên Xwedê li ba însanan hene? Bi baweriya min, li paş vê nerînê tezeke tenê heye, ew jî ew e ku “mafê mirov nîn e bifikire.” Yanî divê em stûxwarî nerînekê bin ku ji nav destara dîrokê hatiye û divê ev dîrok jî formeke tenê ji însan û fikirînê berhem bîne!

Em dikarin bêjin ku arîşe û pirsgirêka mirovê me ne bi hebûna Xwedê re ye. Lê pirsgirêka wî bi hebûna maneyeke tenê ya Xwedê re heye ku ew dixwazin li ser erdê kursî û pileyekê jê re deynin û desthilateke bêsînor û erjeng jê re destnîşan bikin. Ev rasterast berevajî naveroka hinek ayet û kontekstên olî yên dîrokî ye, helbet bi raveya min wek gumanker û pirsker û raveker! Mirov bûnewerekî raveker e!

Li ba Mela Helo, Xweda wiha tê sêwirandin: “Xwedayeke bi zimanê Erebî axiviye û di nav zeman û zimanekî taybet de asê maye. Xwedayeke ku her tişt bi zelalî gotiye.”

Li gor zimanzanan ev tişt ne maqûl e. Yanî em nikarin ti nîşane û metafor û mecazekê bibînin ku wateyeke wê ya tenê ji bo hemû mirovên cîhanê hebe, nexasim bi hebûna hejmareke zêde ya çand û pêkhateyên olî, zimanî û dîrokî yên cihêreng.

Lê ne merc e Mela Helo hişyar be ku tez û nerînên wî yên wiha hene. Çimkî îman û baweriya olî çavê mirov girê dide û rola hişyariyê tê de nîn e. Dibe ku efsûn û helandin, aqil ber bi qezenca îmanê ve bibin. Lê nabe em biryareke wiha reha qebûl bikin ku em îmanê li pêşberî aqil bikin qurbanî yan berevajî. Ev hemû amaje ne ku hîmê famkirina wî ji Xwedê re, ne pirs û guman, lê belê îman û bawerî ne.

Di dîroka olên din û tew a Îslamê de jî, baweriya bi Xwedê qet nayê wateya ku pirs û gumanên mirov nebin. Qet nayê wateya ku mirov nikare agnostîk be û di heman demê de jî rêza baweriyên din bigire.

Maneya Xwedê bi awayê ku di gotar û rabêja devkî ya melayên nola Helo û Ebdilletîf û…derdikeve holê ji wî Xwedayê lamekan û lazeman ku di bingeha olê de hinek mutekelîm û bîrmendên Îslamê behsa wî kirine, vala ye.

Melayên wek van, behsa wateya yekane ya Xwedayekî dikin ku berî 1400 salî û li gor pêwistiyên civakî, çandî, siyasî û tew aborî jî hatiye tarîfkirin. Ew behsa nerîna Xwedê bo mirov dikin ku ji ezel heya ebed rastî ti guherînekê nayê.

Divê em lê bifikirin ku Xweda ne wek pûtên beriya hatina Îslamê tiştekî şênber û berhest e ku mela wiha lê dinerin û wiha fam dikin ku pêwendiyeke wan a rasterast pê re heye û hemû mirovên din jê bêrî ne û ew tenê jê fam dikin.

Pirsgirêka sereke li vir ew e ku ew wiha dibînin û eynî bi wê wate û hêmaya ku Xwedê behsa mirov û dinyayê kiriye, li dinyayê dinerin. Yanî ew bi awayekî derhişî û nehişyar xwe bi pile û zarê Xweda manîfesto dikin. Pirs ev e: Gelo Xwedayê lamekan û lazeman bi zimanê Erebî axiviye? Gelo Xweda wek hebûneke reha û li derveyî zeman û cih, dikare bipeyive? Eger karibe û bi zimanekî taybet axivî, çilo û çawa tu hêmayên rêk wek “ew” fam dikî ku mebesta wî bû?

Ev pirs ji bo mebesteke tenê tên kirin, ew jî ew e da ez bibêjim civaka me û koma melayên selefî, ku bi hemû hêza hişk û nefretê rûbirûyî mirov dibin, çima nikarîbûn û nikarin bigihin vê têgihiştinê ku maneyên cuda cuda yên Xwedê hene? Ku Xweda wek ezel û ebed û lamekan û lazeman wateyên wî yên cihêreng hene?

Bi rastî derketina wê hemû şîdet û tundûtûjiya ku li Rojhilata Navîn heye û bi gelemperî navenda karesat û jenosîdan jî erdnîgariyeke Kurdî ye, vedigere tarîfa Xwedê li ba me. Êzdî, Enfal, Barzanî, Helebce û…ew e ku Xweda wek metafor û hêmayekê dibe dar û şûr û top û çeka destê navendên biçûk û mezin ên hêz û desthilateke taybet ku navenda biryarê ne ji wî Xwedayê bê cih û zeman, lê ji arezûyên kesekî wek xelîfe, xetîb, mela û emîr çavkanî digire. Bingehparêzî û kerb û cezayê olî ji vê tevlihevkirina esman û zevî û mirov û Xwedê dest pê dike.

Berî vê doza Marya Hewramî, bi dehên dozên din hebûn ku nerîna bingehparêz û dijdinya û dijmirov a melayan derdixin ku berencama lihevketina du famkirin û têgihiştinên Xwedê ye û li gor wê jî cîhanê ye. Li aliyekî famkirinek li cîhanê ku dinya wek tiştekî vekirî û cihê eger û ezmûn û îmkanê dibîne û li aliyekî din nerînek ku wiha dibîne şerîet hatiye da nehêle çewtiya ku li buhiştê rûdaye dubare bibe û ji bo vê jî her cûre îctîhad û cîhad û şûr li ber destê wan e da ku Xweda desthilata xwe bi rêya wan bisepîne.

Pirsgirêk ew e, ji bîra wan diçe ku ew bi xwe jî însan in û her çiqasî ehlê şerîet û teqwa û îmanê bin, lê dîsa jî mirov in û Xwedê di Quranê de gotiye me însan qels û erjeng afirandiye. Arîşeya sereke ya vê têgihiştinê ew e ku wiha dibînin dikarin wek Xwedê li peyv, hêma, diyardeyên bêdawî û derketinên cîhanê binerin. Lewma di destpêka Tewratê de wiha tê gotin: “Di destpêkê de peyv hebû.”

Tevî ku melayên îslamî qet mikur nayên ku ev Tewrat û Încîl heman Tewrat û Încîl in ku Quran behsa wan dike, lê çi bi şîroveya wan re li hev bike rast û dirust e. Lê eger ne wiha bû wê çaxê Cihû û gawiran destkarî tê de kirine.

Ev siyaseta bawermendên selefî ya olî li Kurdistanê ye ku mejî ne wateya wê ya aqil heye ne wateya jîrî û hizirê û ne wateya fikirînê. Li ba wan aqil yanî bawerîanîna bi wî Xwedayê ku ew behs dikin. Ew kî ne? Ewên ku ducanî û avis in bi xwendinekê li olê ku ji cemser û rehendeke din a kultûrî serî hildaye û bi arezûya împeratorî û desthilatxwazî bo welatên din hatiye birin. Mînakên vê yekê di nav dîroka dêrîn a olan de pir in.

Doza Marya Hewramî li binê tiştekî dide û Xwedayê komek taxim û texên berfireh ji şîrovekarên bingehparêz ên olî ditirsîne ku tûşî hesteriya zimanî û tiştekî dibin di şerîeta wan bi xwe de qedexe ye: Dijûn. Tew ew poşmanbûna Mela Helo piştî derbirîna wê “dêla Hewramî” yan wê “dawpîsê”…poşmaniyeke şeriî ye ji bo wê maneya wî ya teng ku li ser Xwedê heye û ev poşmanî piştî gotinên wî bûne rojev, du xal tê de têne dîtin.

Xala yekem ew e ku ew dibêje: “Li gor şerîetê diviyabû min wiha negotiba û li gor vê ez poşman im.” Tevî ku li ser asta şêweya reftara malbata Marya (wek me dît bavê Marya di torên civakî de pir bi aramî û nermî li ser babetê axivî û paşxaneke rewşenbîrî û hêminiyeke sivîl lê diyar bû) şerm û biçûkbûnek tê de diyar e, çimkî gava çûye bo daxwaza lêborînê bi rêzdariyeke mezin bira û xwişk û bavê wê pê re tev geriyane, ji bilî ku diya wê jî nexweş bû, her bi awayekî sivîl û şaristanî reftar kir, lê xirûra olî ya Mela Helo û kesayetiya ferdî ya Helo ku bi gotina wî yekem kongfokarê Iraq û Herêma Kurdistanê ye û wî ev lîstik aniye hemû Iraq û Kurdistanê (rengvedana hizira qehremanîtî û rizgarker a olî li ser jiyana takekesî), nahêle mikur bê û şerma xwe ji wê bêedebiya kiriye derbibire û ruhekî rasteqîn bide lêborîna xwe ku bêşik karekî şaristanî û reftareke pêşverû ya civakî ye.

Xala duyem a poşmanbûna Mela Helo amaje dide berawerdekê di navbera fahîşe û hunermend de. Ew li gor dîtina xwe bo şerîetê, fahîşe û laşfiroşeke ku xwe bi nihênî difiroşe, hêjayî gunehpêhatin û lêborîna Xwedê dibîne. Lê hunermendek ku tê ser kolaneke giştî û strana “Dilekem” dibêje, wek kesekê wêne dike ku fahîşegerî û laşfiroşiya giştî kiriye û ev jî li ba Xwedê ji kufirê xirabtir e!

Ha bi vê dîtin û tarîfê ew poşmanbûn ji bilî şano û nimayişeke lawaz û kirêt û şermîn û hîlebaz, ne tiştekî din e ku komek girêkên ferdî û olî wê bi dizî birêve dibin.

Eger em xala yekem a poşmanbûnê rast bihesibînin di aliyê derûnnasî de, ew ji şerîetê derketiye û wek însanekî ol kiriye forma hez û wêne û baweriyên xwe. Yanî bi awayekî derhişî û nehişyar û di dema derbirîna kerb an hêrsê de, xwe kontrol nekiriye gava ew klîb dîtiye û hesterya derûnî û forma hevrikî û rûbirûbûna baweriyê bi wê jina kiraszer re, ew ber bi wê yekê ve kişandiye ku ji şerîeta xwe jî derkeve. Eger ev ne teqezkerê wê yekê be ku bi gotina Erich Fromm ol bûyereke ferdî ye, nexwe çi ye gelo? Ev ferd û takekes dixwazin hemû ferd û takekesên din çi mê û çi nêr wekî wan bin û kopiyek ji wan bi xwe bin. Lê ne Quran vî tiştî qebûl dike û ne jî aqil û ne jî zanist û dîrok vê qebûl dikin!

Adil Qadirî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst