"Rêya Teze" ya Rohat Alakom ji Weşanên Avestayê derket

12-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rêya Teze Rohat Alakom Weşanên Avestayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka lêkolînê ya Rêya Teze (1930) ku ji aliyê nivîskar Rohat Alakom ve hatiye nivîsandin ji Weşanên Avestayê derket.

Weşanên Avestayê îro Duşemê 12ê Hezîrana 2023an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, pirtûka lêkolînê ya Rêya Teze (1930) ya nivîskar Rohat Alakom a ku behsa rojnemaya Rêya Teze ya di dîroka rojnamegeriya Kurdî de yekem rojnameya bi tîpên latînî tê hesibandin ji aliyê wan ve hatiye çapkirin.

Rêya Teze di dîroka rojnamegeriya Kurdî de rojnameya Kurdî ya yekem tê hesibandin ku bi tîpên latînî dest bi weşanê kiriye. Cara yekem rojnameke bi Kurdî ji nîv sedsalî zêdetir ji aliyê dewletekê ve bi awayekî profesyonel hatiye derxistin, nêzîkî 5 hezar hejmarên wê hatine weşandin.

Rojnameya Rêya Teze (1930) û Radyoya Rewanê (1955) di sedsala 20an de wek du bircên çanda Kurdî hatine hesibîn û ji bo hemû Kurdan bûne nîşana kêfxweşiyê û xwebaweriyê.

Rojnameya Rêya Teze ku di roja 25ê Adara 1930an de li paytexta Ermenistanê derketiye weşana Kurdî ya herî temendirêj tê hesibandin.

Dîroka Rêya Teze ya qasî 90 salan ji gelek qonax û deman re derbas bûye. Bi çend alfabeyan derketiye: latînî, krîlî û dîsa latînî.

Rêya Teza bi naverok, bi kadro û bi form her guheriye, ne wek berê be jî hebûna xwe heta 2020an domandiye, navê xwe daye bihîstin.

Di vê xebata xwe de Rohat Alakom hemû arşîva Rêya Teze datîne ber me, bi dîroka rojnameyê dest pê dike, naveroka wê analîz dike û piştî nêzî sedsalekê li ser girtina wê disekine. Di dawiya pirtûkê de berhevokek jî ji nivîsên rojnameyê heye.

Pirtûka lêkolînê ya Rêya Teze (1930) ya nivîskar Rohat Alakom ji 160 rûpelan pêk tê û di nava wê de wêneyên serdema çapkirina rojnameyê jî hene.

Rohat Alakom kî ye?

Nivîskar Rohat Alakom di sala 1955an de li gundê Qewekom ê navçeya Qaxizman a Qersê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Qaxizmanê xwendiye. Rohat Alakom ê ku di sala 1973an de Lîseya Alpaslan a Qersê qedand, di van salan de cara yekem çû Qersê. Di navbera salên 1974-1978an de li Fakulteya Perwerdehiyê ya AUyê xwend. Piştî xwendina xwe berê xwe da derveyî welêt, li welatên cuda jiya û bi jiyîna van salan fêr bû ku pirçandî dewlemendiyê ji mirovan re tîne. Ji sala 1983an ve li Swêdê dijî. Rohat Alakom heta niha derdora 15 pirtûkên li ser çand û dîrokê yên bi Kurdî, Tirkî û Swêdî nivîsandine. Hin pirtûkên wî li çend zimanên din jî hatine wergerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst