Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê tê lidarxistin

11-05-2024
RÛDAW
Meyla Ehmedê behsa festîvalê klir
Meyla Ehmedê behsa festîvalê klir
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî a Amsterdam Meyla Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amsterdamê yê Holendayê, Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê kir û tê de bi dehan fîlm beşdar in ku ji bo bidestxistina xelatê pêşbaziyê dikin.

Derbarê bername û naveroka festîvala îsal de Meyla Ehmeda ku yek ji organîzatorên festîvalê ye bû mêvana bernameya Diyasporayê ya Rûdawê ku Hemîn Ebdullah pêşkeş dike.

“Em her sal beşeke Kurdistanê derdixin pêş”

Meyla Ehmedê diyar kir ew kêfxweş e ku kariye ji Rûdawê re behsa festîvalê bike û got:

"Ev sêyemîn festîvala fîlman e ku em li Amsterdamê li dar dixin û em her sal beşeke Kurdistanê bi fîlmekê derdixin pêş.

Wekî mînak, sala borî ji ber Jîna Emîniyê taybet bû bi Rojhilatê Kurdistanê.

Festîvala îsal jî taybet bi Rojavayê Kurdistanê ye, çimkî her dem di bin gef û êrişên Tirkiyeyê de ye.

Fîlm curbecur in û fîlmên her çar parçeyên Kurdistanê û yên ku li diyasporayê jî hatine çêkirin li xwe digire.

Lê piraniya fîlmên festîvala me ya îsal fîlmên Rojavayê Kurdistanê ne."

Meyla Ehmedê herwiha da zanîn ku wan di festîvala salên borî de fîlmeke tenê wekî vekirin pêşkêşî beşdaran dikir lê îsal guhertin kirine û biryar daye ku wekî vekirina festîvalê 5 kurtefîlm bên nîşandan.

“Em jiyana Kurdan nîşanî xelkê cîhanê didin”

Meyla Ehmedê di berdewamiya axaftina xwe de got:

"Li Kurdistanê fîlm tên dîtin lê ya li nik me girîng ew e ku em bi rêya wan fîlman xasma kurtefîlmên Kurdî ku çîrok û jiyana Kurdan vedibêjin, jiyana Kurdan nîşanî xelkê cîhanê bidin û Kurdan bi bidin nasîn."

Meyla Ehmedê eşkere kir ku îsal tiştekî cuda di festîvalê de heye û got:

"Wekî mînak fîlma Hunden Too Fun heye ku aktraktîv e, ango bîner serbest e ku bixwaze kîjan beşa fîlmê hilbijêre û lê binêre.

Fîlm li ser gundekî Kurdistanê ye û çend çîrokan li xwe digire, wekî mînak çend kesan ji wî gundî ji ber çi sedemê dibe bila bibe, koçî diyasporayê kirine û niha li wir dijîn.

Bîner dikare bi kêfa xwe bizane jiyan û debara wan kesan berê li wî gundî çawa bû û niha li diyasporayê çawa ye ku ev ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hatiye çêkirin.

Meyla Ehmedê herwiha da zanîn ku wan îsal ji hikûmet, sazî û kompanyayên Holendayê alîkarî nexwestiye lê belê ji Kurdên li diyasporayê xwestiye û plana wan heye ku bi rêya kompanyayan festîvalê mezintir û berfirehtir bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst