Li Stenbolê pêşangeha Ehmedê Xanî hat vekirin

10-06-2023
Omer Sonmez
Li Stenbolê pêşangeha Ehmedê Xanî hat vekirin
Li Stenbolê pêşangeha Ehmedê Xanî hat vekirin
Nîşan Ehmedî Xanî Pêşangeh Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeha bi navê "Xanî" ku li ser zana, nivîskar û feylesofê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî hatiye amadekirin, ji aliyê hunermendê Kurd Taylan Mintaş ve li Stenbolê li Weqfa Îsmaîl Beşikçi hate vekirin. Hunermendê xelkê bajarê Qersê Taylan Mintaş, yekem kes e ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li ser Ehmedê Xanî ji disîplînên cuda yên wek peyker, wêne, tablo û dijital ku ji 20 berheman pêk tê pêşangehek amade kiriye.

Hunermendê Kurd Taylan Mintaş, bi 20 berhemên multîdisîplîner behsa Xanî kir. Pêşangeha Xanî wê li Bazîd, Amed û Hewlêrê bê nîşandan.

Ehmedê Xanî bi jîrahîya çêkirî hate xêzkirin. Dema meriv berê xwe dide Galeriya Hunerê ya Weqfa Îsmaîl Beşikçi, Ehmedê Xanî beriya 350 sal ewil, bi vîdeoart a ku bi jîrahiya çêkirî hatiye çêkirin, bi dengê nivîskar Necat Zivingî ji Mem û Zîna xwe, bi helbesta xwe ya li ser tifaqa Kurdan bang li me dike.

Pêşangeha multîdîsplîner ya bi navê “Xanî” ku li ser alim, nivîskar û feylesofê mezin ê Kurdan Ehmedê Xanî hatiye amadekirin, ji aliyê hunermend û derhênerê Kurd Taylan Mintaş ve di 6ê Gulanê de li Stenbolê li Weqfa Îsmaîl Beşikçi hate vekirin.

Hunermendê Qersî Taylan Mintaş, yekem kes e ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê derbarê Ehmedê Xanî de ji disîplînên cuda yên wek peyker (3), wêneyên xêzkirî, tabloyên hunera hevçax (5), nexş (3) û dijîtal pêşangehekê ku ji 20 berheman pêk tê amade kiriye.

Hunermend û Derhêner Taylan Mintaş li ser pêşangehê anî ziman, “Hemû millet, şexsiyet û feylesofên mezin ên dîroka xwe bi rêya wêne û peyker anîne roja îroyîn û dane naskirin. Min jî xwest bi rêya xebatên xwe ku niha di vê pêşangehê de ne bibim mînak. Yekem car e ku li ser Ehmedê Xanî li Stenbolê pêşangehekê wiha hate sazkirin. Ji ber Ehmedê Xanî xaniyekî ye ji bo zimanê Kurdî me navê pêşangeha xwe kir Xanî. Jixwe navê wî yê duyemîn jî Xanî ye û bajarê kul ê bûye jî Xanî ye.”

Terasa Weqfa Îsmaîl Beşikçi ku heta niha mazûvanî li gelek panel, konferans, gotûbêj û çalakiyên cuda dikir, cara ewil e ku wek galeriyekê hunerî mazûvanî li pêşangeha Xanî kir.

Berpirsê Ragihandinê yê Weqfa Îsmaîl Beşikçi Mevlut Oguz got, “Bi qasî ku ez dizanim, li Stenbolê derbarê Ehmedê Xanî de cara ewil pêşangehekê wiha berfireh ku tê de peyker, tablo û dijital hebe tê çêkirin. Yek ji girîngiya vê xebatê ev e. Eleqeya bo pêşangehê jî gelek baş e. Xelk tên serdana wê dikin û xwe tê de dibînin.”

Ev jî beşa bi navê; “Peyamekî Ji bo Xanî” ye. Serdêrên pêşangehê dikarin derbarê Ehmedê Xanî de ku wek damezrênerê fikra netewperweriya Kurd û Kurdistanê tê zanîn, fikr û ramanên xwe xwe binivîsin.

Li aliye din, di çarçoveya pêşangeha ku di 6ê Gulanê de dest pê kir û di 10ê Hezîrana 2023yan de bidawîbû de; derbarê jiyan, berhem û fikrên Ehmedê Xanî de 3 panel jî hate kirin.

Hunermend Mintaşê ku di qadên cuda yên hunera hevçax de berheman diafirîne, piştî amadehiya 2 salan 3yemîn pêşangeha xwe ya şexsî bi derfetên xwe vedike. Ew dixwaze ku wek berdewamiya pêşangeha Xanî; derbarê şair, nivîskar û mezinên Kurdan yên wek Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran de rêzepêşangehên têkil çêbike.

Pêşangeha Xanî ku pêşî li Stenbolê li Weqfa Ismail Beşikci hat pêşandan, wê di rojên pêş de 3 tablo jî lê bê zêdekirin û berê xwe bide Bazîd ê Agiriyê ku gora Ehmedê Xanî lê ye. Wê piştî Bazîdê jî rêwitiya pêşangeha Xanî, li Amedê û Hewlêrê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst