Hunermendê navdar ê cîhanî ji bo klîbeke Kurdî li Amedê ye

10-05-2023
RÛDAW
Hunermendê navdar ê cîhanî ji bo klîbeke Kurdî li Amedê ye
Hunermendê navdar ê cîhanî ji bo klîbeke Kurdî li Amedê ye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend û stranbêjê Swêdî yê bi eslê xwe Libnanî Maher Zain ji bo videoklîbeke Kurdî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye. Maher Zain dibêje: "Hêvîdar im ku ev karekî pir baş be û her kes jê kêfxweş bibe." Qesîdebêj Rifat Ablay jî derbarê Klîbê de got, “Îro hem ji bo Amedê hem jî ji bo Kurdan rojeke dîrokî ye.”

Hunermendê navdar ê cîhanê Maher Zain, ku ji bo tomarkirina videoklîbeke sirûdî ya Kurdî li Amedê ye ji Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akincî re behsa berhema xwe kir.

Maher Zain diyar kir ku gelek kesan ji wê xwestiye ku ew sirûdên bi Kurdî bixwîne û got: “Ji ber ku ez li vir kêfxweş im. Ez hêvî dikim ku ev berhemeke pir baş be û her kes jê kêfxweş bibe.”

Hunermend û qesîdebêjê Kurd Rifat Ablay Rifat Ablay ku ev nêzî du sal in ji bo hilbijartina berhem û kilaman hevkariya Maher Zain dike wî jî got: “Îro hem ji bo Amedê hem jî ji bo Kurdan rojeke dîrokî ye. Hunermendekî navdar ê cîhanê ye, stranên wî li hemû cîhanê tên naskirin. Ev du sal in em bi hev re dixebiti. Em li ser gotinan danûstandinêna dikin. 20 roj berê me biryara klîba Kurdî da. Beşek ji awazê ji aliyê min ve, beşek ji aliyê Maher û beşek ji aliyê hevalên din ve hatiye amadekirin. Ez hêvî dikim ku ew dê srûdeke pir xweş be.”

Ablay got ku ew li bendê ne ku klîp di nava hefteyekê de biqede.

Dîmenên klîbê li ser Sûrên Amedê hatin tomarkirin.

Maher Zain berê çûbû Tirkiyeyê û beşdarî çalakiyên alîkariyê yên ji bo mexdûrên erdhejê bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst