Serhat Kural: Nasnameyeke diyar di nava muzîka Kurdî de heye

04-09-2021
Hêja Bagdu
Hunermend Serhat Kural bi şêweya xwe ya taybet muzîka Kurdî disitirê
Hunermend Serhat Kural bi şêweya xwe ya taybet muzîka Kurdî disitirê
Nîşan Serhat Kural Muzîka Kurdî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Hunermendê Kurd Serhat Kural dibêje Wextê ku mirov lîteratura muzîkê binirxîne weke mînak ez bêjim dengên koma, nasnameyeke pir diyar heye di nava muzîka Kurdî de, lê produksiyonên hunerên bi Kurdî û yên muzîkê birastî zêde nikarin di asta ya cîhanê de xwe bînin ziman.

Serhat Kural hunermendekî Kurd e ku huner tevahiya jiyana wî dorpêç kiriye. Tevî temenê xwe yê ciwan di warê muzîk û dansê de xwe gihandiye asteke bilind. Ew xwedî jiyaneke çalak e. Hunermend Kural bi muzîka Kurdî re jî mijûl e. Dengekî wî yê xurt û biriqî heye. Him bi kurmancî û him jî bi soranî stranan dibêje û ji stranên xwe re klîban dikşîne. Ew ji muzîka gelêrî û cîhanî gelekî hez dike.

Hunermend Serhat Kural ji Rûdawê re wiha behsa jiyana xwe û çawa dest bi muzîkê kiriye û xwe gihandiye kîjan astê dike: “Ez li Tetwanê ji dayik bûme. Piştî 7-8 saliya xwe hatim Stenbolê. Lê bi rastî wextê ku ez zarok jî bûm meyla min li hember hunerê zêde vekirî bû. Ango dema muzîk an govend li nava gund pêk dihat birastî jî zêde zêde bala min dikşand. Min xwe di nava wê de didît. Ji ber wê yekê jî ji xwe diyar bu ku ezê biketima ser rêyeke wisa. Lê mixabin li gund derfet nîn bû û hin pirsgirêkên din jî derdiketin. Ji ber wê yekê jî ez hê zarok bûm hatim Stenbolê. Dema ku ez hatim Stenbolê li vir jî ji aliyê derfetan ve gelek zehmetî hebûn. Ji xwe me koç kiribû û em hatibûn vêderê. Him xwendin hebû û him jî xebat divabû. Ji ber wê wextê ji aliyê derfetan ve rewşa malbata me jî xerap bû. Lewma li vir jî jiyaneke dijwar berdewam kir. Lê bi awayekî min rêya xwe dît û ez ketim nava hunerê.”

Hunermend Serhat Kural li Navenda Çanda Mezopotamya tevlî gelek xebatan bûye û li ser çand û folklora Kurdî xebat kirine. Her çiqas ew di warê dansa nûjen de hatibe nasîn jî aliyê wî yê muzîkjeniyê qet ne kêmî aliyê wî yê dansê ye.

Derbarê vê yekê de Serhat Kural dibêje: “Bi rastî muzîka Kurdî di nava xwe de hin taybetmendiyên pir girîng li xwe digre û gelekî balkêş e jî ji bo muzîka cîhanê. Wextê ku mirov lîteratura muzîkê binirxîne weke mînak ez bêjim dengên koma, nasnameyeke pir diyar heye di nava muzîka Kurdî de. Lê mixabin produksiyonên hunerên bi Kurdî û yên muzîkê birastî zêde nikarin di asta ya cîhanê de xwe bînin zimên. Her wiha divê ez bêjim ku fonetîka zimanê Kurdî gelekî li muzîkê tê. Weke mînak hin lêkolînvan ji bo muzîkê qala 3 zimanan dikin ji bo fonetîka muzîkê. Zimanek ji wan jî Kurdî ye.

Hunermendê bi şêweya xwe ya taybet muzîka Kurdî disitirê û bi vî hawî xwe derdixe derveyî rêzê.

Serhat Kural dibêje ku muzîk parçeyek ji jiyana wî ye. Li gor wî muzîk û reqs wek ruh û laş e û ew ji hev venaqetin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst