MEHABAD - Muzîkjen Sirûş Nûrbexş hat girtin

04-02-2025
RÛDAW
Nîşan Sirûş Nûrbexş Mehabad Zanîngeha Hunerê ya Tehranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarê Zanîngeha Hunerê ya Tehranê û muzîkjen Sirûş Nûrbexş ji aliyê hêzên ewlehî yên Îranê ve hat girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku Sirûş Nûrbexşê 25 salî yê ji bajarê Mehabadê piştî ku hêzên ewlehiyê gazî wî kiriye hatiye girtin.

Sirûş Nûrbexş li Zanîngeha Hunerê ya Tehranê xwendekarê beşa jenyariya klasîkî ya cîhanî (gîtara kilasîk) ye.

Malbata Sirûş Nûrbexş her çend pirsa çarenivîsa wî kiribe jî hewlên wan bê encam mane û malbatê tiştek ji çarenivîsa wî nezaniye.

Her wiha ti zanyariyên rast ên li ser sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wî hatine sepandin jî nehatine bidestxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst