Erebistana Siûdiyê yekem welatê Erebî ye ku ‘Veşartina Sedam’ nîşan dide

02-12-2023
RÛDAW
Nîşan Belgefîlma Veşartina Sedam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma derhênerê Kurd Helkewt Mistefa ya bi navê ‘Veşartina Sedam di 3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Deryaya Sor a li Erebîstana Siûdiyê de tê nîşandan.

Helkewt Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku belgefîlma ‘Veşartina Sedam di 3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Deryaya Sor a li Erebîstana Siûdiyê de hat nîşandan û cara yekem e li welatekî Erebî hat dîtin.

Belgefîlm 1 û 2yê Kanûna Pêşînê du caran li festîvalê hat nîşandan û di pêşbirkê de ye.

Tora Medyayî ya Rûdawê yek ji hevkarên sereke yên fîlmê ye û mafê belavkirina fîlmê ya Kurdistan û Îraqê di dest de ye.

3yemîn Festîvala Navdewletî ya Deryaya Sor ji 30ê Çiriya Paşînê heta 9ê Kanûna Pêşînê li bajarê Cideyê yê Erebistana Siûdiyê, tevî destpêkirina çalakiyên çandî û festîvalên hunerî yên li piraniya bajaran bi rê ve diçe.

Belgefîlma ‘Veşartina Sedam roja Yekşemê 26ê Çiriya Pêşînê li bajarê Osloyê yê Norwêcê bi amadebûna derhêner hejmareke zêde ya sînemager, hunermend û dildarên sînemayê hat nîşandan.

Belgefîlma derhênerê Kurd Helkewt Mistefa cara yekem di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amsterdamê (IDFA) de ku yek ji sê festîvalên herî girîng ên belgefîlman e, hatibû nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst