Hunermendekî Ermenî dixwaze Destana Derwêşê Evdî bike opera

02-08-2019
Zinar Şîno
Îbrahîm Kêvo beşdarî bi dehan festîvalên navnetewî bûye û stran bi zimanên cuda yên devera Mezopotamyayê pêşkêş kirine
Îbrahîm Kêvo beşdarî bi dehan festîvalên navnetewî bûye û stran bi zimanên cuda yên devera Mezopotamyayê pêşkêş kirine
Nîşan Îbrahîm Kêvo huner Kurd Ermenî Derwêşê Evdî opera Kurdistan
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Hunermendekî Ermenî dibêje ew dixwaze Destana Derwêşê Evdî bike opera û diyar dike, “Di dîroka Kurdî de, di dîroka Kurdên me yên Êzidî de ev çîrok nêzikî heqîqetê ye.”

 

Hunerendê Ermenî Îbrahîm Kêvo ku ev 40 sal in karê huner û  muzîkê dike, sala 1966an ji gundê Dugirkê yê Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye. Bapîrê Îbrahîm yek ji Ermeniyên devera Wanê ya Bakûrê Kurdistanê ye. Ew bi Kurdî, Ermenî û Erebî stranan dibêje û nasnameya xwe jî weke mirovayetî pênase dike.

 

Hunermendê Ermenî derbarê nasnameya xwe de dibêje, “Ez bersiveke gelek kurt didim, ez dibêjim, ‘ez însan im, Xwedê di wî cihî de ez çêkirim. Ez bikarim tişteke xweş bo miletê Kurd bikim ez xwe bi du carî Kurd dibînim, eger bi Ermenî bikim ez xwe Ermenî dibînim, eger bi Erebî bikim ez xwe Ereb dibînim. Suryanî dibînim, Aşûrî dibînim. Ez bikarim tiştekî xweşik çêbikim bi rêya însaniyetê ku van miletan hemûyan bigihînim hev û bi hevre dîlanê bigirin.”

 

Îbrahîm Kêvo diçû civatên dengbêjan

 

Îbrahîm Kêvo da zanîn ku ew çûye civata dengbêjan ji bo ku zanîn û fêmkirina xwe ya stranan gelerî yên Kurdî xurttir bike û wiha pê de çû: “Ji berê û heta niha min gelek tişt guhdarî dikirin, ne tenê ji kasetan, ez diçûm ba dengbêjan di zarokatiya xwe de. Bo nimûne yek li ba me hebû ku jê re digotin Hemê Îsê û dengbêjekî gelekî zana bû. Stranên dengbêjiyê, ango melahimên Kurdî digotin bi rengekî gelek safî. Mesela, dema Mem û Zîn digot, di 7 rojan, 7 şevan de digot. Siyamend û Xecê û yên din jî. Mesela, Mela Xelîl hebû li herêma Cizîra Botan.”

 

Erdnigarî û hizra vekirî ya Îbrahîmê Kêvo şansekî mezin daye wî ku ew bi bikaribe bi zimanên wê deverê bistrê.

 

Hunermend Kêvo derbarê vê yekê de dibêje, “Gelek ji muzîkên wan nêzikî hev hene, lê gelek ji wan jî cuda ne. Mesela gelek tişt di Kurdî de hene ne weke Ermenî ye, mesela payîzok.”

 

“Ez bo xwe bi Kurdî distrêm”

 

Îbrahîm dibêje dema ew bi tenê dimîne û bo xwe stranan dibêje, ew bi kurdî distrê.

 

Îbrahîm Kêvo destnîşan dike ku di Kurdî de gelek tişt hene ku mirov nikare rave bike gelo çima li Kurdî? û pê de diçe: “Min bi Kurdî ji gelek kesên ne kurd re jî stran gotine û bandoreke gelek ecêb li ser wan çêkiriye. Muzîka Kurdî gelek kevnare ye, dûr e. Li her cihî, her wextî tesîreke mezin dike.”

 

Hunermend Îbrahîm Kêvo dixwaze Destana Derwêşê Evdî bibe opera û bi dengê wî bê gotin. Kêvo li ser vê mijarê jî dibêje, “Yek ji wan a di bala min de ew e ku Destena Derwêşê Evdî bibe opera. Ev di dîroka Kurdî de, di dîroka Kurdên me yên Êzidî de ev çîrok nêzikî heqîqetê ye heta ji sedî heştê. Ez dixwazim ev kar bibe opera ku dê gelek baş bûya.”

 

Hunermendê Ermenî Kêvo ji sala 2002an ve beşdarî bi dehan festîvalên bi navûdeng ên huner û folklore ên gelerî yên miletan li Ewropayê bûye û li holên binavûdeng stran û muzîkên bi zimanên cuda yên devera Mezopotamyayê pêşkêş kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst