Qaçaxiya amûrên muzîkê ziyan gihandiye kargeha Mikaîl Xezal

02-01-2022
RÛDAW
Mikaîl Xezal hem jenyar û hem hostayê çêkirina kemanê ye
Mikaîl Xezal hem jenyar û hem hostayê çêkirina kemanê ye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mikaîl Xezal hem jenyar û hem hostayê çêkirina Violonê ye û kargeha berhemanîna Violonê li Mehabadê damezrandiye. Qaçaxiya amûrên muzîkê ziyan gihandiye kargeha Mikaîl Xezal.

Damezrîner û birêveberê kargeha çêkirina kemanê li bajarê Mahabadê Mikaîl Xezal ji 14 saliya xwe ve mijûlî çêkirina kemanê ye. Li Tirkiye û Tewrêzê korsên perwerdeyê dîtine û piştre dest bi kar kiriye. Ev pîşeya wî sudfe bûye,  destpêkê amûreke wî ya muzîkê hebû, lê şikestî bû, ji bo sererastkirinê serdana hosteyekî kiriye, lê vê yekê rêya vî karî li pêşya wî vekir.

Di rewşa aborî ya vê niha de kirîna amûrên muzîkê ji bo xelkê ne karekî wan yê herî li pêş e. Li Rojhilatê Kurdistanê, ji xeynî bandora dorpêçan û rewşa ne guncaw a abûrî, corona jî aboriya welatan gelekî zehmet kiriye û vê yekê bandor li ser berhemê van jî kiriye.

Lê ne tenê vê yekê ziyan gihandiye vê kargehê. Lê qaçaxçîtî û hawirdekirina kemançeyên erzan û kalîteyeke nizim ziyan gihandiye karê destî yê wan.

Ji xeynî çêkirina kemanên nû, li wir amûrên kevn û şikestî tên nûkirin. Tevî van hemû pirsgirêkan jî dibêjin ku wan bi xwe kargeha xwe avakirine û ti kesekî alîkariya wan nekiriye.

Ev mînaka yek ji wan kemançeyên Jenyar û berhemînerê kemanê Mikaîl Xezal ye, ku piştî çend rojan û piştî gelek zehmetiyan çêkiriye û ew bi xwe jî janyarekî zîrek e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst