Hejmarek weşanxane Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol boykot kirin

24-10-2022
Hisên Omer
Hejmarek weşanxane Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol boykot kirin
Hejmarek weşanxane Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol boykot kirin
Nîşan Qamişlo Weşanxaneyên Kurdî Rojavayê Kurdistanê Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol Şêrzad Besrawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê 6emîn Pêşangeha pirtûkan aŞehîd Herekol Pîrtûkan bi beşdarnebûn hejmarek weşanxane û saziyên rewşenbîrî yên Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Rêveberê Weşanxaneya Avayê Şêrzad Besrawî sedema beşdarnebûna wiha tîne ziman “Pêşangeha Şehîd Herekol ku li ser asta Rojavayê Kurdistanê ku bi Pêşangeha Rojavayê Kurdistanê tê naskirin û tim li bajarekî, cihekî tê lidarxistin, bajarên din jê bêpar in û komîteya birêveber her sal heman komîte ye û pirsgirêkan derdixe.”

Di sêyemîn roja vekirina pêşangeha pirtûkan de li bajarê Qamişlo, çalakiyên rewşenbîrî li nav hola pêşangehê berdewam in.

Di şeşemîn xola Pêşangeha Pirtûkan a Qamişloyê de 51 weşanxane û sazî beşdar in. Ki wan 23 weşanxane ne, 28 sazî û Yekîtiyên nivîskaran in.

Di pêşangehê de 130 hezar pirtûk tên pêşandan û li ser 13 hezar sernavan hatine dabeşkirin.

Hin weşanxane û saziyên rewşenbîrî yên Rojavayê Kurdistanê di pêşangehê de beşdar nebûn. Hin wşanxane jî rexneyê li şêweyê amadekirin û birêvebirina pêşangehê dikin lewma jî pêşangeh boykot kirine.

Şêrzad Besrawî, damezrêner û Rêveberê Weşanxaneya AVA ku navenda wê li bajarê Kobaniyê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re sedemên boykotkirina pêşangehê aşkere kirin.

Rêveberê Weşanxaneya Avayê Şêrzad Besrawî got “Nebeşdarbûna weşanxaneya Ava bo Pêşangeha Şehîd Herekol par di ya pêncemîn û îsal di ya şeşemîn de ji ber pirsgirêkan berdewam e. Ya sereke ji bo Pêşangeha Şehîd Herekol ku li ser asta Rojavayê Kurdistanê ku bi Pêşangeha Rojavayê Kurdistanê tê naskirin û tim li bajarekî, cihekî tê lidarxistin, bajarên din jê bêpar in. Ya duyem komîteya birêveber her sal heman komîte ye, ew kes in tevî ku ew kes bêtir pirsgirêkan çêkirine taybet bi Ava re du sal in li ser hev pirsgirêk çê dikin. Kêmasî ji wan bû û di ser de jî kirin stûyê Avayê ku kêmasî ji Ava bûye û wekî pêşangehê bi rêkûpêk rêz ji xwe re digrin lêborîn jî nexwestin.”

Pêşangeh bi serpereştiya Desteya Çandê li bakur û rojhilatê Sûriyê û bi hevkarî ligel Desteya Çandê li Herêma Cizîrê roja şemiyê 22yê Cotmehê hatiye vekirin û dê heta 29ê heman mehê li pêş serdankeran vekirî bimîne. Pirtûk bi her çar zimanên Kurdî, Erebî, Siryanî û Înglîzî li pêşangehê hatine pêşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst