Karîkaturîstê ji Rojavayê Kurdistanê li ser asta Iraqê bû yekem

24-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dijwar Îbrahîm Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karîkaturîstekî ji Rojavayê Kurdistanê ku nûnerîtiya Herêma Kurdistane dikir di pêşbikeke hunerî de ku li Bexdaya paytexta Iraqê hat lidarxistin bû yekem.

Karîkaturîstê Kurd ê bi navê Dijwar Îbrahîm ku di heman demê de endamê Tora Rojnamevanên Kurdên Sûriyê ye, ji nava zêdetirî 50 hunermedan li seranserê Îraqê yekem derket û hate xelatkirin. Hunermendên ku beşdarî pêşbirkê bûbûn, ji Iraqê û ji gelek welatên Ereb hatibûn.

Derbarê pêşbirk û xelatê Dijwar Îbrahîm dibêje “Ev pêşbirk her sal li Bexdayê tê kirin. ev çalakiya hanê bi serpereştiya Mala Karîkaturên Iraqî û Dezgeha Ennehrîn a Rewşenbîriyê ya Bexdayê hat lidarxistin. Vê carê zêdetirî 50 wênesaz beşdarî vê çalakiyê bûn. Mijara karîkatura me li ser rojiyê bû. Li ser asta Herêma Kurdistanê wek karîkaturîstekî Kurd tenê ez beşadî vê çalakiyê bûm. Li Herêma Kurdistanê ên ku vî karî dikin kêm in û piraniya wan jî derketine derve. Ez di mijara karîkaturê de kar dikim û beşadî çalakiyê bûm û min peleya yekem anî.”

Îbahîm da zanîn ku zêdetirî 50 şêwekar ji seranserê Iraqê û hinek welatên Ereb jî beşadarî vê çalakiyê bûne û got “Mijar ne tenê karîkatur bû, komîk hebûn û gelek tişt hebûn lê wek karîkatur ez yekem bûm.”

“Ez dixwazin navê Kurdistan belav bibe”

Herwiha Îbrahîm gazin ji wê yekê kir ku li Herêma Kurdistanê giringî bi karîkaturê nayê dayîn û wiha berdewam kir “Hez li serê heye lê xwezga piçekî bêhtir giringiyê pê bidana. Wek hedefek li cem min heye, ez dixwazim karîkatura Kurdî jî xwe pêş bixe, karîkaturê Kurdî jî hebin li hemû cîhanê. Ez dixwazin navê Kurdistan belav bibe.”

Ji bo Kurdistanê projekeyeke min bi Guinnessê re heye”

Karîkaturîstê Kurd Dijwar Îbrahîm bal kişand ser wê yekê ku porjeyeke wî ya mezin bi Guinnessê re heye lê nexwes navê projeyê bi de û wiha got “Bi rastî ez nabêjim çi ye, ji ber ku fikir e tiştkek ligel Pirtûka Rekoran a Guinness e, eleqeya wê bi Kurdistanê re jî heye, tiştekî gelek taybet e û rêza Amerîka û Ewropayê gelek jê re heye. Îro em dibînin çewa Dubaî , Qeter an dewletên Kendavê dixwazin rekoreke Guinnessê bişkînin tenê ji bo navê wan li dinyayê belav bibe. Em jî wek Kurdistanê gelek  pewîst e hazir bin wek herêmek wek hikûmetek navê Kurdistan belav bibe. Em jî wek erka me ez dixwazim hazir bim û ez dixwazim tiştekî bikim.”  

Dijwar Îbrahîm ji bajarê Amûdê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2013an ve li paytexta Herêma Kurdistanê  Hewêrê dimîne.

Îbrahîm li Şama paytexta Sûriyê di zanîngehê de beşa hunerên ciwan xwendiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst