Fazil Bedranî: Li muzexaneyên Herêma Kurdistanê xezîneyên dîrokî hene

21-04-2024
Nîşan Geştyarî Îraq Herêma Kurdistanê Berhemên Dîrokî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Misteşarê Wezareta Rewşebîriyê ya Îraqê Fazil Bedranî got, “Li muzexaneyên Herêma Kurdistanê xezîneyên dîrokî hene ku divê bên nasandin.”

Li Herêma Kurdistanê gelek berhem, avahî û qadên dîrokî yên serdema Roma, Pers, Îslam û Yewnanan hene.

Hinek ji van dewlemendiyên dîrokî tên nûjenkirin lê hinek ji wan jî wekî xwe mane û ji bo nûjenkirina wan xebat nînin.

“Îraq bûye rawestgeha geştyaran”

Misteşarê Wezareta Rewşebîriyê ya Îraqê Fazil Bedranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Planeke çalakiyan a Wezareta Rewşebîriyê heye û ev plan li gorî bernameya hikûmetê ye.

Li ser çand, geştyarî û berhemên kevnar jî bernameyek prpfesyonel heye.

Îraq bûye rawestgeha geştyarên navxwe û biyanî”.

Fazil Bedranî da zanîn ku divê piştgirî ji bo geştyariya li Herêma Kurdistanê hebe û got:

“Di navbera wezareta me û rayedarên Herêma Kurdistanê de hevahengî heye.”

“Em ji aliyê geştyariya dîrokî ve ji berê çêtir in”

Fazil Bedranî destnîşan kir ku Îdareya Berhemên Dîrokî ya Silêmaniyê gelek berhemên dîrokî û giranbiha li xwe dihewîne û hevkariya wan û vê navendê jî heye û pê de çû:

“Ji aliyê geştyariya dîrokî ve jî hevahengî û hevkariyeke me ya xurt heye.

Em seriyan didin hev û çalakiyên çandî û arkeolojîk dikin.

Em ji aliyê geştyariya dîrokî ve ji berê çêtir in.

Ev yek jî piştî ewlebûn û arambûna Bexdayê pêk hatiye.”

“Silêmanî bajarê herî girîng ê Îraqê ye”

Fazil Bedranî diyar kir ku xelk ji wan hêviya xizmetên tenduristiyê jî dike û berdewam kir:

“Di nevbera Hewlêr û Silêmaniyê de rikeberiyeke birûmet heye.

Silêmanî ji aliyê geştyarî û berhemên dîrokî ve bajarê herî girîng ê Îraqê ye.

Li muzexaneyên Herêma Kurdistanê xezîneyên dîrokî hene ku divê bên nasandin.

Em wekî Wezareta Rewşenbîriyê dixwazin bi Hewlêr, Silêmanî û hemû parêzgariyên Îraqê re hevkariyeke me ya nêzîk hebe.”

Li Herêma Kurdistanê heta niha 5 hezar û 800 qadên arkeolojîk hatine tesbîtkirin û ev ji sedî 40ê potansiyela geştyariyê ya Herêma Kurdistanê pêk tînin.

Sala 2022yan ji bo parastin û bipêşvebirina van qadên dîrokî 41 proje hatin amadekirin û 23 qadên çandî hatin nûjenkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst