Li ser Serhildana Agiriyê pirtûkeke nû derket

17-02-2025
RÛDAW
Nîşan Serhildana Agiriyê Weşanxaneya Zîlan Akademiyê Nîhat Oner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka bi navê "Di çapemeniya Tirkan de Serhildana Agiriyê" ya ku ji 2 bergan pêk tê derket.

Pirtûka "Di çapemeniya Tirkan de Serhildana Agiriyê" ji aliyê Lêkoler-Nivîskar Nîhat Oner ve hatiye amadekirin.

Her wiha pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Zîlan Akademiyê ve hatiye çapkirin.

Weşanxaneya Zîlan Akademiyê pirtûkeke du cildî ya bi navê "Serhildana Kurd a Agiriyê di Çapemeniya Tirkiyeyê de" weşand ku ji aliyê lêkoler-nivîskar Nîhat Oner ve hatiye amadekirin.

Pirtûk ji ber lêkolînên li hemû hejmarên 22 rojname û kovarên Tirkiyeyê yên li ser Serhildana Agiriyê yên di navbera salên 1927-1953yan de hatiye amadekirin.

Nivîskar Rohat Alakom jî ji bo pirtûkê pêşgotinek nivîsandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst