Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî 4 sal li pey xwe hişt. Hejmara 10emîn a kovarê derket. Kovar di vê hejmarê de balê dikişîne ser mijarên wek “Zayendî û civak.”
Hejmara 10emîn nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derçû. Kovara ku di sala 2016an de dest bi weşanê kiriye, bi hejmara 10emîn 4 saliya xwe pîroz dike.
Kovar çar mehan carek derdikeve. Edîtorên kovarê di vê hejmara xwe ya nû de wekî dosyayê berê xwe dane mijara “Zayendî û Civakê.” Xwestine ku bi vê dosyeyê bi awayekî berfireh li ser mijarên “zayend, zayendî, zayendîtî, bêpergaliyên erka zayendiyê” hûr bibin da ku hin pirsên civakê bibersivînin. Bi vê armancê cih dane gelek pisporên vê qadê û hewl dane ku di vî warî de pirsgirêkên sereke rave bikin.
Naveroka hejmara 10emîn a kovarê wiha ye:
Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya “Dîn, Trawma û Bêpergaliya Obsesîf-Kompulsîf -Hevbandoriya Trawma, Reftara Şûştinê ya Kompulsîf û Girêdaniya Dînî bi Jinên Penaber ên Tecawizkirî re- Xebateke Berawirdkirî” ku ji îngilîzî wergerandiye, cih dide xebateke xwe ya zanistî û rê û rêbaz, analîza daneyên xebatê û encama lêkolînê bi xwendevanan re parve dike.
Slavoj Zizek bi nivîsa xwe ya “Qaşo Bihêzbûna Jinê û Herikbariya Zayenda Civakî Amûrên Dawî yên Kapîtalîzma Şirketî ne” ku Necat Keskîn ji îngilîzî wergerandiye, behsa wê dike ku kapîtalîzm zayendiyê çawa dixe bin bandora xwe û rê li ber xwe-objekirina jinê vedike.
Doç. Dr. Burhanettin Kaya bi nivîsa xwe ya “Êdî Dinya Bû Qirêj” ku Mahmût Ceylan ji tirkî wergerandiye, li ser qirêjiya gelek tiştan radiweste û bersiva pirsa “divê em bo vê qirêjiyê çi bikin”ê ji xwendevanan re vedibêje.
Prof. Dr. Arşaluys Kayir li ser mijarên “zayend, zayendî, zayendîtî û pirsgirêkên zayendiyê” yek ji wan kesan e ku gelek xebat û lêkolîn kirine. Li ser van mijaran bi mamoste re hevpeyvîneke berfireh kir da ku xwendevanên kovarê jê sûd werbigirin.
Prof. Dr. Doğan Şahîn bi nivîsa xwe ya “Orgazm û Azadî”yê ku Kenan Ormek ji tirkî wergerandiye kurd, dide dûv pirsa gelo di navbera orgazm û azadiyê de peywendiyek heye an na? Heger hebe ev peywendiyeke çawa ye? Şahîn li ser vî esasî disekine û bi awayekî hûrgilî serê xwe bi vê mijarê diêşîne.
Derûnnas Mihemed Elî Alûcî bi nivîsa xwe ya “Hevzayendî û Bêpergaliyên Zayendî û Zayendîtiyê” bi awayekî berfireh li ser mijarên hevzayendî, bêpergaliyên zayendî û zayendîtiyê û dermankirina van bêpergaliyan radiweste.
Derûnnas Dr. Azad Dildar bi nivîsa xwe ya “Vajînîsmûs û Mêrên Vajînîsmûsê, Zayendî û Bêpergaliyên Fonksiyonên Zayendî”yê bi hurgilî li ser vajînîsmûs, bêpergaliyên fonksiyonên zayendî hûr dibe.
Prof. Dr. Cebraîl Kisa bi nivîsa xwe ya “Şeva Pêşî Çawa Dibe Sedema Tirsê?” ku Şengul Ogûr ji tirkî wergerandiye kurdî, bi awayekî berfireh li ser tirsa şeva pêşî radiweste û sedemên vê ji me re rave dike.
Dr. Nurettin Beltekîn bi nivîsa xwe ya bi navê “Ruhê Însanan de Nuqteyê Tarî” behsa girîngiya zimanê dayîkê di perwerdehiyê de û rûdanên trawmatîk ên têkildarî vê mijarê dike.
Dr. Sabahattin Şen bi nivîsa xwe ya “Seksûalîzasyona Kurdîtiyê di Sînemaya Tirkî de” ku Siyabend Aslan ji tirkî wergerandiye, bi hûrgilî û bi mînakan behsa sekzûalîzekirina kurdîtiyê ya di sînemaya tirkî de dike.
Herwiha Antropolog Welat Ramînazad bi nivîsa xwe ya “Peywendîya Zayendî û Bedenî de Rijnayişê Ferasetê Bedeno Arzûnêbîyaye”, Derûnnas Baran Gursel bi nivîsa xwe ya “Em Hemû Penaber in, Em Hemû Karker in, Em Hemû Civak in” ku Reşo Ronahî ji tirkî wergerandiye, Derûnnas Leyla Nisêbînî bi nivîsa xwe ya “Pratîk û Polîtîkayên li ser Zayendiyê”, Derûnnasê Klînîkî û Terapîstê Pirsgirêkên Zayendiyê Murat Caymaz bi nivîsa xwe ya “Zayendî û Derûniya Jinan”, Derûnnas Gulistan Barik bi nivîsa xwe ya “Bi Nêrîneke Dîrokî û Civakî Keçanî”, Şêwirmendê Derûniyê Emrah Akbaş bi nivîsa xwe ya “Saw û Cûreyên Wê” di kovarê de cih digirin. Mêvanê kovarê yê beşa “Pirs û Bersiv”ê jî helbestvan Berken Bereh e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse