Îro 20mîn salvegera koça dawî ya Ahmet Kaya ye

16-11-2020
RÛDAW
Nîşan Ahmet Kaya Kurd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 20 sal di ser koça dawî ya Ahmet Kaye re derbas dibin. Di rojeke weke îro de hunermendê Kurd, Ahmet Kaya di temenê 43 saliyê de bi kirîza dil li Parîsê koça dawî kir.

Di sala 1999 de, dema ku ji aliyê Komeleya Rojnamevanên Magazinê ve hat xelatkirin, wî bo yekem car Kurdbûna xwe aşkere kir û got, ew dê klîpekê bi zimanê Kurdî çê bike.

Ji ber gotina ku ew Kurd e û dê klîpekê bi zimanê Kurdî amade bike, Kaya di salonê de rastî êrişa nijadperestên tirk hat û piştî çend rojan doz li dijî wî hat vekirin û bi 12 salan cezayê zindanê hate mehkûmkirin.

Kaya neçar ma ku koçberî derveyî Tirkiyê bibe û berê xwe da Ewropayê û li Parîsê bi cih bû. Piştî demeke kurt û di sala 2012an de, Ahmet Kaya li Parîsê koça dawî kir û li goristana navdar a vî bajarî Per la Şêz hate veşartin.

Ahmet Kaya

28ê Cotmeha 1957an li Meletiyê ji dayîk bûye

Sala 1984an yekem albûma xwe belav kir

1988ê bi nav û deng bû 

21 albûmên wî hene

1999ê ragihand ku ew dê klîpekê bi zimanê Kurdî çêbike

Li ser vê yekê bi 12 sal cezayê zindanê hat mehkûmkirin

1999ê li Parîsê bicîh bû

Sala 2000 bi kirîza dil li Parîsê koça dawî kir

Termê wî li goristana Pêrlaşêz nêzîkî gora Yilmaz Guney hat veşartin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst