Herî zêde Rojhilatê Kurdistanê beşdarî 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bûye

05-07-2022
RÛDAW
Herî zêde Rojhilatê Kurdistanê beşdarî 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bûye
Herî zêde Rojhilatê Kurdistanê beşdarî 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bûye
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi xelatdayîn û nîşandana fîlman berdewam dike. Îsal herî zêde ji Rojhilatê Kurdistanê derhêner û lîstikvan beşdarî festîvalê bûne.

Endamên jurî, hemû derhêner û lîstikvanên ku beşdarî Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskow bûn, di roja pêncan a festîvalê de li Hola Sînemayê ya Karo Oktyabr kom bûn.

Yek ji wan derhênerên ku ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî festîvalê bûne Meryem Samedî ya Urmiyeyî ye.

Meryem Samedî ji Rûdawê re behsa fîlma xwe kir û got, “Ez bi kurtefîlma Karmîka beşdarî festîvalê bûm. Festîval her çend di sala xwe ya duyemîn de be jî gelekî baş dimeşe.”

Her wiha Ferîdûn Hemîdî yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî anî ziman, “Ez wek lîstikvanê fîlma dirêj a Zelawe û wek nûnerê derhêner beşdarî fîlmê bûm. Fîlma me beşdarî çend festîvalan bû û serkeftineke baş bi dest xistiye. Ev yekem fîlma derhênerê Kurd Erselan Emîrî ye û xelat wergirtiye.”

Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê di 29ê Hezîrana 2022an de dest pê kir û heta 13ê Tîrmehê li Moskowê berdewam be.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ku ji 54 fîlman pêk dihat, ji wan 30 film di 4 beşan de ketin pêşbirkê.

Îro Duşemê 4ê Tîrmeha 2022an Xelatên duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ku ji 4 beşan pêk dihat hatin belav kirin.

Di nav fîlmên ku hatine xelatkirin di beşa fîlma hunerî ya dirêj de Mano Yûsif bi fîlma `Cîran` xelata hêrî baş wergirt û di beşa kurtefîlma herî baş a belgefîlmê de Perwîz Rostemî bi fîlma `Heft Senfoniyên Zagrosê` xelata herî baş wergirt, baştirîn belgefîlma kurt jî, “Heft Semfoniyên Zagrosê” ya Perwiz Rostemî hat hilbijartin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst