Li Tirkiyê xerciyên pasaport û mohleta şofêriyê hatin zêdekirin

31-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sala nû û pê ve xerciyên pasaport û mohleta şofêriyê bi rêjeya %123 hatin zêdekirin û biryar di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Li gor Rojnameya Fermî ji 1ê Çileya 2023an û pê ve xerciyên pasaport û mohleta şofêriyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêjeya %122.93 hatiye zêdekirin.

Li gor biryara nû xerciya pasaportên 6 mehan ji 309 lîreyan bo 689 lîre û xerciya pasaportên 4 sal û zêdetir jî ji 1478 lîre bo 3 hezar 295 lîreyan hatiye zêdekirin.

Herwiha xerciya mohleta şofêriyê ya pola A ji 370 lîre bo 825 lîre û 87 qirûşan, xerciya  pola B jî ji 1116 lîre û 90 qirûş bo 2 hezar û 489 lîre û 77 qirûşan hatiye zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst