Citibank: Ji bo petrola Kurdistanê dibe ku bi zûtirîn dem rêkeftineke siyasî bê kirin

30-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dema ku îro bazara petrolê hate vekirin, buhaya petrolê daket, Citibank jî dibêje demeke nêzîk de rêkeftin li ser nefta Herêma Kurdistanê tê kirin.  Ji aliyê din ve Şêwirmendekî Wezareta Petrolê Iraqê Ebdulbaqî Xelef dibêje civînên Hewlêr û Bexdayê baş bûn.

Buhaya petrola Brent serê sibeha îro 37 sentan daket û  her bermîlek bi 77 dolar û 91 sentan kirîn û firotin pê hate kirin.

Herweha her bermîleke nefta xaf a Texasê ya Amerîka bi 28 sentan daket û 72 dolar û 69 sentan kirîn û firotin pê hate kirin .

Pisporên Citibank ku yek ji banka herî mezin a Amerîka ye dibêje bandora petrola Herêma Krdistanê di bazarê de namîne û dibe ku bi zûtirîn dem rêkeftineke siyasî bê kirin ku dikare bibe sedema zêdebûna henardekirina petrolê bi r;ya boriyan ku di rojekê de 200 hezar bermîl be. 

Ji ber sînordakirina şiyana embarkirina petrolê li Herêma Kurdistanê hin kompaniyan dest bi girtina bîrên petrolê kirine.

“Civînên Hewlêr û Bexdayê baş bûn”

Herwiha Şêwirmendê Wezareta Petrola Iraqê Ebdulbaqî Xelef ji Rûdawê re got ku civînên şanda Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê û Kompanya Somo berdewam in, encama gotûbêjan baş e û lihevtêgihêştin heye. 

Herweha berpirsekê Wezareta Petrola Iraqê, ji re got ku Iraq naxwaze ziyan bigihêje nefta ku hinarde dike, eger ew yek bê rawestandin dê ziyanê bigihîne hemû Iraqê û her ji ber wê pêwîst e ku ew mijar bi awayekî bê çareserkirin ku di berjewendiya hemû aliyan de be

Di hefteyekê de du caran şanda Herêma Kurdistanê bo çareserkirina vê mijarê serdana Bexdayê kiriye û li gel Wezareta Petrolê û Kompanya Somo civiyaye, lê heta niha li hev nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst