Li Tirkiyê di 5 mehan de zêdeyî 47 hezar esnafan îflas kirine

27-06-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Esnaf Îflaskirin TESK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara esnafên ku dest ji kar berdane yan îflas kirine gihişte 24 milyonî û di 5 mehên îsal de jî li gor heman dema sala borî bi zêdebûna ji %18 derket 47 hezar û 128 esnafan.

Li gor amarên UYAPê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara dosyeyên îflasê 23 milyon û 779 in û di 17.5 salên dawî de 2 milyon û 145 hezar esnafan cihê karê xwe ji ber zêdebûna fatureyên elektrîk, gaza xwezayî û xerciyan girtine.

Konfederasyona Esnaf û Pîşesazan a Tirkiyê (TESK) jî ragihandiye ku di 17.5 salên dawî de hejmara esnafên îflaskirî gihiştiye 2 milyon û 144 hezar û 766 esnafan.

Li gor amarên fermî li Tirkiyê 2.5 milyon esnaf hene û nêzîka 7 milyon û 500 kes kar dikin. Lê ji ber rojane zêdebûna nirxê madeyên enerjiyê û xerciyan esnaf neçar dimînin dest ji kar berdin.

Li kargehên biçûk û ên navîn jî deyn zêde bûne û krediya KOBI (Kargehên biçûk û navîn) ji Nîsana 2022ê ve bûye 62 milyar û 407 milyon lîre. Herwiha hejmara kargehên ku ji ber deyn tên şopandin jî gihiştiye 300 hezaran.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst