Pispor derbarê girêbesta Kurdistanê û Rosneftê de nerînên cuda nîşan didin

27-05-2018
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rosneft Rûsya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Di korbenda aborî li San Pêtirsborgê, pisporên enerjiyê di derbarê girêbesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniya Rosneftê de nerînên cuda nîşan didin û weha dibînin ku her çiqas Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Federalî ya Iraqê pirsgirêkên xwe çareser nekirine, lê girîngiyeke taybet a kompaniya Rosneft bo Herêma Kurdistanê heye.

 

Duyemin roja Korbenda Aborî ya Sankt Petrbûrgê bi beşdarîkirina serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Fransayê  Emmanuel Macron dageriya li gengeşiyên siyasî.

 

Pûtîn ragihand ku sîstema hevkariya piralî  bi awayekî kanc tê şikandin, ku dikare bibe sedema qeyrana sîstemî û ev yek jî  dê karîgeriyeke pir xirab li aborî û bazirganiya cîhanê bike.

 

Karigeriya cezayên li ser Rûsyayê, ku di serî de nirxa rûbleya gelek erzan kiriye, bi giranî di panelên darayî û sîstemên bankayan de  hat gengeşîkirin. Lê rawêjkerê serokê Rûsyayê tekez dike ku rûbleya lawaz ji bo aboriya Rûsyayê hîn guncan e.

 

Derbarê vê mijarê de Rawêjkerê Serokê Rûsyayê Borîs Tîtov ji Rûdawêr re wiha got: “Ez dixwazim bêjim ku Rûbleya lewaz baştir e. Lawaziya Rûblyê di rikaberiyê de ciyê berhem û sektora me ya xizmetê xurtir dike. Û ne tenê ji bo hinardina li bazarên derve, lê herwiha di bazara me ya navxweyî de jî xurtir dike. Ji ber ku rikaberiya me her tim bi hawirdekariyê re heye. Lewma jî dubare dikim, Rûbleya lewaz handêrekî ji bo geşedana aboriyê ye. “

 

Bê guman, surprîza Korbenda Peterbûrgê, bû girêbesta Rosneftê ya li gel Başûrê Kurdistanê. Serokê Rosneftê û Wezîrê Enerjiyê hikumeta herêma Kurdistanê li ser amadekirina projeya avakirin û bikaranîna  lûleye gaze û pêşvebirina bazirganiya gaza sirûştî li Kurdistanê girêbesteke nû îmze kirin.

 

Serokê Enstîtuya Globalîzmê Mixail Delyagîn jî got: “Di serî de Rosneft veberdêrî li hin herêmên Kurdistanê razand. Lê paşê ew herêm ji kontrola Kurdistanê derketin. Bê guman di vir de hin pirsgirêk hene ku hem ji bo desthilata Îraqê, hem ji bo Rûsya, hem jî, ji bo Kurdistanê hê jî dijwar in. Lê bi nêrîna min peywndiyên me bi Kurdistanê re bi awayekî asayî pêşve biçin. Ji ber ku dîroka wê çend dijwar be jî, Kurdistan heye û realîte ye. Û karaktera bazirganiyê jî ew e ku ew tenê bi realîteyê re kar dike.”

 

Bexda ta niha dawa dikir ku Rosneft girêbestên xwe yên petrolê yên bi  Başûrê Kurdistanê re betal bike. Ji ber  vê yekî jî  ne dihat payîn ku Rosneft hevkariya xwe bi  Kurdistanê re hîn xurtir bike. Lewre, bi nêrîna serokê Rosneftê Îgor Seçîn dive siyaset xwe tevli bazirganiyê neke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst