Li Rojavayê Kurdistanê bihayê Dolar rekor şikand; gihîşte 8100 Lîreyên Sûrî

27-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, ji bo cara yekem bihayê Dolarê Amerîkî 8000 Lîreyên Sûrî derbas kir û rekoreke nû şikand.

Îro Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an li bazarên Rojavayê Kurdistanê guhertineke mezin di bihayê Dolarê Amerîkî de çêbû. Li gor zanyariyên Rûdawê, îro li bazarên Rojavayê Kurdistanê 1 Dolarê Amerîkî bi 8100 Lîreyên Sûrî tê firotin û bi 8050 Lîreyên Sûrî tê kirîn.

Herwiha li bazarên Şamê, 1 Dolarê Amerîkî bi 7925 Lîreyên Sûrî tê firotin û bi 7850 Lîreyên Sûrî tê kirîn.

Li bazarên Helebê jî 1 dolar bi 8000 L.S tê firotin û bi 7925 L.S tê kirîn.

Herwiha li bazarên Îdlibê, 1 dolar bi 8030 L.S tê firotin û bi 7980 L.S tê kirîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst