Karsazê Kurd li Rûsyayê: Rewşa aboriya Rûsyayê neyînî ye em jî di rewşa berxwedanê de ne

27-02-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Karsazê Kurd Welat Agirî
Karsazê Kurd Welat Agirî
Nîşan Rûsya Aborî Rûble Welat Agirî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Kêmaniya bûdceya Rûsyayê sala 2022an 3,3 trîlyon ruble; an ku ji 43 mîlyar dolarî zêdetir bûye. Bi zanyariyên Hikumeta Rûsyayê, lêçûna herî zêde di meha Kanûnê de pêk hatiye û li gorî Kanûna 2021an, 43% zêdetir bûye. Karsazê Kurd Welat Agirî ku li Rûsyayê dijî dibêje “Rewşa aboriya Rûsyayê neyînî ye em jî di rewşa berxwedanê de ne”

Pisporê darayî Yaroslav Kabakov dibêje, sedema sereke ya kêmaniya budceyê, cezayên li ser hinardina jêderên enerjiyê ne.

Serokê depatrmana darayî ya Baknka FÎNAMê Yaroslav Kabakov got “Nirxa nefta Rûsyayê bi markaya Orsal di demên dawî de erzan bûye û herwiha qebareya hinardinê di mehên Kanûn û Çileyê de jî kêm bûye. Ev her du faktor bûne sedema kêmbûna budceyê. Em pêşbînî dikin ku Rubleya Rûsî jî di mawêyê salekî de erzantir bibe lê ez bawêr im ev yek dê bandorê li ser nirxê berhemên bingehîn ên xorakê neke. Lê nirxê kelûpelên ku têne hawirdekirin ji berê de êdî berz bûne.”

Welat Agirî ji Bakûrê Kurdistanê ye û zêdetir ji 20 sal e ku li Rûsyayê di sekrtora tekstîlê de kar dike. Di maweya wan salan de, wî çend qeyranên aborî û darayî dîtine. Lê her car bi ziyaneke kêm ji wan derketiye. Niha jî hêviya xwe ne birriye.

Karsazê Kurd Welat Agirî dibêje “Dema ku Ruble dileyîze, bêgûman li ser karê me jî bandora wê çêdibe. Niha em tev berxwe didin, di rewşa berxwedanê de ne. Fîrmayên mezin ên Ewropayê tev ji bazara Rûsyayê derketin. Em dibêjin ji ber wî belkî hinekî bazar vebibe. Niha rewşeke neyînî ye, ne erêni ye. belkî di pêşerojê de ev şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bisekine hinek aramî çêbibe ev tevlihevî hinek rast bibin dê baş bibe. Hêviya me ew e.”

Analîstên serbixwe tekez dikin ku di bazara cîhanê de nirxê nefta Rûsî ya bi markaya Urals, dê dakeve bin 50 dolarî. Di vê rewşê de, dûr nîne ku kêmaniya budceya Rûsyayê li şûna 3 trîlyon, dê ji 5 trîlyon rûbil jî derbas bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst