Lîreyê Tirkî her ku diçe bihayê xwe ji dest dide

26-09-2023
Nîşan Lîreyê Tirkî Dolar Euro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî her ku diçe zêdetir dadikeve.

Li bazarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, îro dolarekî Amerîkî bi 27,45 lîreyên Tirkî ye û euroyek jî bi 28,83 lîreyan e.

Piştî hilbijartinên 14 û 18ê Gulana 2023yan lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî bi awayekî berbiçav nirxê xwe ji dest da.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê, bi zêdekirina faîzê re jî rê li ber vê daketine lîreyê Tirkî negirt.

Lîreyê Tirkî her ku diçe li beramberî diravên biyanî û dolarê Amerîkî bihayê xwe ji dest dide.

Ev yek bandoreke zêde li jiyana rojane ya welatiyan dike.

Beriya hilbijartinên 14ê Gulanê dolarekî Amerîkî derdora 19,50 lîreyên Tirkî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst