Qamişlo mezin bûye û mirîşk têrê nakin

26-08-2017
Loloxan
Qamişlo
Qamişlo
Nîşan Qamişlo Minbic Bab Mirîşk
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî li bajarê Qamişloyê di salên dawî de çend medceneyên mirîşkan hatine vekirin. Lê ji ber ku di 6 salên dawî de bajar berfireh bûye, berhemên van medceneyên kêm dimîne. Pêwistiya herêmê ya goştê spî pêşwazî nake.

 

Bazirganên mirîşkan berê xwe dane navçeyên mîna Minbic û Babê. Niha nirxê kîloyekê mirîşkê sax bi 800 lîreyê sûrî ye.

 

Di dema dawî de rêyên di navbera Minbic, Babê û Qamişlo yê vebûne. Lewma barên mirîşkan bi hêsanî dighêjin Qamişlo. Ji vir jî digihin hemû deverên Cezîra Rojavayê Kurdistanê.

 

Her roj hejmareke barhilgirên mirîşkan derbasî Qamişlo dibin û bazirgan li gorî daxwaziya dikanên mirîşkfiroşan selikên mirîşkan belav dikin. Mirşîkên mayî di hingarên taybet de dimînin heta roja din têne belavkirin.

 

Di destpêka salê de nirxê kîloyeke goştê mirîşkên sax li Qamişlo gihiştibû hezar û 500 lîreyên sûrî. Lê piştî ku rêyên di navbera Qamişlo û deverên mîna Bab û Minbicê de vebûn, niha welatî bi hêsanî û erzanî mirîşkan dikirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst