MINBIC - Êrişên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibin

07-09-2023
Hisên Omer
MINBIC - Êrişên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibin
MINBIC - Êrişên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibin
Nîşan Minbic Êriş Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Minbicê êrişên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibin.

Çekdarên opozîsyona Sûriyeyê pêgehên Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê topbaran dikin.

Li pişt jî ew çek û cebilxaneya xwe li gundewarên bakurê rojhilatê Sûriyeyê amade dikin.

Çekdar bi navê hawarçûna eşîretan ji tevahiya navçeyên di bin destê Tirkiye, opozisyona Sûriye û Desteya Tehrîr el-Şamê de ji çend rojan ve amadehiya êriş û şer dikin.

Amadehiya wan a şer li dijî şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ye.

Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê topbaran û balafirên şer ên Rûsyayê bombebaran li ser pêgehên Tehrîr el-Şam û Ensar el-Tewhîdê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê zêde kirine.

Hatina çekdarên Desteya Tehrîr el-Şamê û hevpeymanên wê ji parêzgeha Îdlibê û rojava û bakurê Helebê ji ber van êrişan e.

Rêveberê Navenda Rastiyê Ebû El-Mejid Nasir got:

“Di dema ku Rûsya û rejîma Esed bi tundî başûrê Îdlib û Cebel el-Zawiyeyê topbaran û bombebaran dikin û bêhtirî 6 hezar kes ji navçeyê koçber bûne û bê cih mane, banda çeteyên Colanî ku navê wê Heyeta Tehrîr el-Şam diçe bakur, bakurê Helebê û rojhilatê Helebê û li navçeyên Babê û Cerablusê cih digire daku xwedêgiravî tevlî serhildana eşîretan bibe û şerê Kurdan li Minbicê bike.”

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji navçeyê wergirtine, çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam, Ensar el-Tewhîd, Emşat, Hemzat û Ehrar el-Şamê di bin perdeya navên eşîretan û hawarçûna êşîretên Dêrezorê de li navçeyê tên komkirin.

Grûpên çekdar li baregehên Hemzat û Ehrar el-Şamê tên bicihkirin

Li gorî heman zanyariyên ku Rûdawê ji navçeyê wergirtine, grûpên çekdar li baregehên Hemzat û Ehrar el-Şamê tên bicihkirin û amadekirin.

Rêveberê Navenda Rastiyê Ebû El-Mejid Nasir herwiha got:

“Bi nêrîna min ev çêkirina nexşeyan e. Cemaeta Astana û Soçiyê nexşeyan çê dikin û kevirên kişikê dilivînin.

Bi wateyeke din, dibe ku encamên siberojê yên vê yekê, eger planên wan bi ser ketin, Îdlibê bi Helebê re biguherin.

Grûpa çeteyên Colanî dê li Helebê be, ne hemû Helebê lê gundewarên rojhilatê Helebê û li hemberî wê jî dest ji Îdlibê ji rejîmê re bede. Ev jî planeke Rûsya, Tirkiye û Îranê ye.”

Di nava sê rojên borî de, grûpên çekdar çend caran êrişî gundên Minbicê kir.

Li gorî daxuyaniyên Encûmena Leşkerî ya Minbicê ew êriş hatine têkşikandin û hejmareke mezin a çekdaran hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst