KURDISTAN – Li Başîkayê petrol û gaza sirûştî hat dîtin

25-11-2019
RÛDAW
Nîşan DNO Petrol Herêma Kurdistanê Başîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya DNO ya Norwecî ku li Herêma Kurdistanê xebatên lêgerina petrol û gaza sirûştî dike, ragihand ku li herêma Başîkayê di 15 Mijdarê de zeviyên petrol û gaza sirûştî dîtine. Her çend xebatan nû dest pê kiribe jî, zeviyên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê yên Kurdistanî dikare bibe derfet ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê zêdetir bibe.

Kompaniya DNO ku navenda wê li Norwecê ye, di sala 2017an de nîvê pişka Kompaniya Exxon Mobil Corporation a Amerîkî kirîbû û li herêmê dest bi xebatên xwe kiribû. Kompaniya DNOyê ji pişka Kompaniya Exxon Mobil Corporation ji sedî 32 kirîbû.

Niha li herêma Başîkayê rêjeya pişka komapniyan a zeviyên petrolê bi vî awayî ye: Ji sedî 32 a Exxon Mobîlê ye,  ji sedî 32 a Kompaniya DNOyê ye, ji sedî 20 a Herêma Kurdistanê ye û ji sedî 16 a Kompaniya TEC a Tirkiyê ye.

Li herêma Başikayê di sala 2014an de ji ber şerê DAIŞê xebatên lêgerina petrol û gaza sirûştî rawestiya bûn. Berî êrişên DAIŞê, Kompaniya Exxon Mobîl û kompaniya enerjî ya Tirkiyê pêşbînî dikirin ku li herêmê 580 milyon bermîl petrol hebe. Lê Kompaniya DNOyê derbarê rêjaya petrol û gaza sirûştî de ti zanyarî belav nekir.

Kompaniya DNO ku di sala 1971ê de hatiye damezrandin, zêdetir li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê çalakiyên xwe birêve dibe. Lê di warê lêgerina petrol û pêşxistin û derxistina enerjiyê de li Norwec, Brîtanya, Hollanda, Îrlandaa û Yemenê razmendiyê wê hene. Kompaniya DNOyê di sala 2004ê de hatiye Herêma Kurdistanê û yek ji wan kompaniyên di destpêkê de hatine Kurdistanê ye.

Di sala 2011an de dema ku Kompaniya Exxon Mobil û Herêma Kurdistanê ji bo zeviyên petrolê yên li herêma Kurdistanê rêkevtin, wê yekê karîgeriyên mezin pey xwe anîbûn. Çimkî herêma Başîkayê ser bi Mûsilê ve bû û yek ji wan herêmên dervey îdareya Herêma Kurdistanê yên Kurdistanî bû. Di heyama rêkevtinê de hikûmeta Bexdayê ji Kompaniya Exxon daxwaz kiribû ku eger ew rêkevtina ligel Herêma Kurdistanê cîbicih bikin nabe li zeviyên Qurne jî çalakiyên xwe berdewam bike û pêwîst e ku yek ji wan hilbijere.

Hewlêr û Bexda nêzîkî rêkevtinê bûne

Di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de pirsgirêkên di ware petrol û gaza sirûştî de hêj berdwam in. Sedema sereke ya pirsgirêkan parvekirina petrol û çavkaniyên enerjî yên li Herêma Kurdistanê ne. Niha hewldan hene ku Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol bo Iraqê bişîne û li beramber de jî Iraq temamiya pişka budçeya Hewlêrê bişîne.

Kompaniya Exxon Mobil herî dawî  Kompaniya Enerjiyê ya Tirkiye (TEC) tevlî xebatên derxistina petrola li herêma Başîkayê kiribû. Tirkiyê di sala 2015an de bêyî destûra Bexdayê li herêma Başîkayê bargeheke leşkerî ava kiriye. Li herêmên ku Tirkiye lêgerina petrolê dike, ji Hewlêrê 60 kilometre û ji Mûsilê jî 20 kilometre dûr in.

Heta niha jî nayê zanîn ku ji dahata petrolê ya li Başîkayê çend e, lê li gor Kovara Petrol û Gazê MYSê, her çend hebûna Kompaniya Exxon Mobil rîkeberiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de kêm bike jî, her xebatên bo derxistina petrola li wê herêmê bêne kirin dê bibin sedema ku rîkeberiya siyasî ya di navbera herdu aliayn de.

Kompaniya DNOyê da zanîn ku  li herêmê petrola sivik û gaza sirûştî dîtine, lê analîz û lêkolînên wan berdewam in û di pêvajoya paştir de pêşbîniyên xwe li ser qezenca petrola were derxistin eşkere bikin.

Di daxuyaniya Komapaniya DNOyê de hate gotin ku li bîrên petrolê yên Başîka-2 di meha sibatê de xebatan dest pê kiribû û kûrhiya wê 3 hezar û 204 metre ye.

Li gor rapora Kovara MYSê, hêviyên Kompaniya DNOyê ew e ku qezenceke baş li wan herêmên navborî hebe. Kompaniya DNOyê li herêmê di sala 2018an de bi bername û projeyeke berfireh dest bi xebatan kiribû.

Ji ber barana zêde ya destpêka îsal analîzkirina petrola Başîka-1ê hatibû paşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst