TIRKIYE – Dolar rekoreke nû tomar kir

25-10-2023
Nîşan Dolar Rekor Lireyê Tirkî Euro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dolarê Amerîkî îro rekoreke nû tomar kir û gihişte 28,12 lîreyan.

Lîreyê Tirkî li hemberî dolar û diravên biyanî roj bi roj nirxê xwe winda dike.

Şerê Xezeyê bandor li bazarên cîhanê jî kir û dolar, zêr û petrol biha bûn.

Îro bi vekirina borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî nirxê xwe ji dest da.

Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 28,12 lîreyan û euro jî gihişt 29,79 lîreyan.

Li gorî pêşbîniya Bank of Americayê ku serê vê mehê hat eşkerekirin, heta dawiya sala 2023yan dolar li hemberî lîreyê Tirkî digihêje 30 lîreyî.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê jî ve mehê pêşbîniya xwe ya enflasyonê ya dawiya sala 2023yan wekî ji sedî  68,01 û pêşbîniya xwe ya dolar jî wekî 30 lîreyî nû kir.

Lîreyê Tirkî ji serê sala 2023yan ve li hemberî dolar nirxê xwe ji sedî 33,4 ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst