Yekîtiya Ewropayê dê sînorekê li ser nirxa gazê bisepîne

24-12-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Yekîtiya Ewropayê dê sînorekê li ser nirxa gazê bisepîne
Yekîtiya Ewropayê dê sînorekê li ser nirxa gazê bisepîne
Nîşan Gaza Xwezayî Yekîtiya Ewropayê Rûsya
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê di 15ê Sibata sala 2023an de sînorek li ser nirxa gazê disepîne. Sînor ji her megawatt-saetê re 180 Euro, an ku ji hezar metrekupê re 1900 dolar hatiye desnîşankirin. Bê guman, ev sînordarî di serî de Rûsyayê elaqedar dike, ya ku bo Ewropayê hinardekara gazê ya herî mezin e.

Herî dawî cîgirê serokwezîrê Rûsyayê da zanîn,  berî ku em li ser bersivekê gengaz a Rûsyayê li hember sînrodariya Ewrûpayê biaxivin, divê em hemî belgeyên qanûnî lêbikolin; lê belge hîn ne li ber destin.

Rêveberê Fona Ewlehiya Enerjiyê ya Neteweyî Igor Yûşkov got, “Dema ku hinardekirin kêm dibe, yekser nirx berz dibe. Îsal, di warê firotina gazê de dahata me, bi rastî jî, ji ya sala 2021ê zêdetir bûye. Lê ber bi dawiya salê qebareya hinardekirina gazê bo Ewropayê ewqas kêm bûye ku êdî giranbûna nirxê jî têrê nake ku em ziyanên xwe qerebû bikin. Lê dîsa jî ew yek nebû sedema hilweşîna aboriya Rûsyayê. Rast e, ji bo dariştina budceyên salên 2023, 24 û 25an dê zehmetî hebin.”

Welatiyên Rûsyayê dibêjin, li hebmer helwêsta Ewropayê, divê Rûsya hinardekirina gazê bo Ewropayê bi tevahî bibire û giringî bide dabînkirina pêdiviyên welatiyên xwe.

Karmenda dezgeheke ragihandinê Tatyana Bejnar li ser birîna gaza Rûsyayê got, “Bi nêrîna min divê Rûsya gaza xwe bibire. Ji xwe, duh li Çuvaşyayê jî boriyek teqandin. Diyar e, êdî bêyî agahiya me dest bi şidandina boriyan kirine. Erê, divê bê dadan.”

Karmendê bankê Denîs Malaxov got, “Çi biryar bê girtin, her dê ziyan bigihêje me jî û di radeyekê de bigihêje Ewropayê jî lê bi nêrîna min, gaz bo Ewropayê bê firotin an jî neyê firotin, ti guhertin di dabînkirina pêdiviyên welatiyên Rûsyayê de rû nade.”

Sala 2021 Rûsyayê  nêzî 150 mîlyar metre sêcar gazê bo Ewrûpayê hinarde kiriye.

Piştî teqîna di hêla Nord Strem de û  pey teqîna beriya çend rojan a  di hêla Urengoy-Ujgorod de ku bi ser Ûkraynayê re diçe Ewrûpayê;  niha qebareya salane ya hinardekirina gaza Rûsyayê  bo Ewrûpayê, daketiye 30 mîlyar metre sêcar, an ku 5 caran kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst