Cotkaran Rojavayê Kurdistanê bi nirxekî kêm berhemên xwe difiroşin hikûmeta Sûriyê

24-05-2023
RÛDAW
Rêveberiya Xweser xwe nade ber kirîna cehê cotkaran
Rêveberiya Xweser xwe nade ber kirîna cehê cotkaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çinîna ceh li navçeyên Rojavayê Kurdistanê, ev heftiyeke destpê kiriye, lê ji ber barana van 3 rojên borî, çinîn hate ragirtin, lê dema ku baran rawestiya, dê careke din cotkar vegerin ser çinîna cehê xwe û dê êdî proseya firotinê destpê bike.

Rêveberiya Xweser xwe nade ber kirîna cehê cotkaran, êdî ew dê neçar bibin bi nirxekî kêm berhemên xwe bifiroşin bazirganên hikûmetê, wê demê ne qezenc dikin, ne jî mesrefê xwe derdixin.

Yek ji zehmetiyên cotyaran, bihayê bilind ê heqdestê çinînê ye.

Cotkarekî Kurd ji navçeya Til Hemîs ku 40 kîlometre dûrî bajarê Qamişlo ye, ji Rûdawê got li başûrê Til Hemîs, cehê bejî xira be û dahata wî kêm e, lê cehê avî, her kîloyek nêzîkî 35 kg berhem dide, yanî her çiwalek 35 çiwalatn tîne.

Li bakurê Til Hemîs, her kîloyek tovê cehê bejî nêzîkî 15 kg berhem dide.

Niha her dolarekî Amerîkî bi 8,950 lîreyên Sûrî ye, yanî her tişt biha bûye. Rêveberiya Xweser her kîloyek ceh bi 35 sentên Amerîkî destnîşan kiriye, ew jî niha li gorî bihayê lîreya Sûrî beramber dolar, dike derdora 3 lîre û nêzîkî 15 quruşan, lê herî dawî Rêveberiya Xweser biryar daye ceh ji cotkaran nekire.

Hikûmeta Sûriyê jî nirxê kirîna 1 kg ceh ji cotkar bi 2 hezar lire û 200 lîreyan destnîşan kiriye, ew jî li gorî bihayê pereyên Sûrî beramber dolar, dike derdora 23 sentan.

Li hinek navçeyan, xwediyên patosan %8 ji berhema ceh weke heqdestê çinînê ji cotkaran werdigirin.

Li Kobanî jî hinek xwediyên patosan daxwaza %10 ji berhemê dikin, weke heqdest. Cotkar jî dibêjin ev bihayê çinînê gelek e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst