Li Tirkiyê welatî ji bo kîloyek goştê erzan bi demjimêran dikevin dorê

24-01-2023
RÛDAW
Li Tirkiyê welatî jibo kîloyek goştê erzan bi demjimêran dikevin dorê
Li Tirkiyê welatî jibo kîloyek goştê erzan bi demjimêran dikevin dorê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li pêşiya Marketa Heyva Sor a Saziya Goşt û Şîr ya Tirkiyê li Enqerê bi sedan welatî ji bo kîloyek goştê erzan bi demjimêran dikevin dorê.

Marketa Heyva Sor a Saziya Goşt û Şîr ya Tirkiyê li Enqerê di demjimêr 8:30 xulekan de tê vekirin û mafê her welatiyekê heye tenê yek kilo goşt bikire. Ji bo kirîna yek kîlo goştê erzan xelk ji saet 5ê sibê ve dikevin dorê.

Welatiyek dibêje: “Di vê ev hikûmet ji xwe şerm bike, evqa kes li vir ketine dorê, hemû kesên bi temen û jinin. Bi mûçeyê xanenişînî eger ez vî goştî ji qesapxaneyê bikirim ma debara jiyana min dibe! Mûçeyê min 5 hezar û 500 lîre ye lê bi vê mûçeyê debara min nabe. Temenê min 70 sal e ez ji neçarî şevê jî li rawestgeha taksiyan nobedariyê dikim.”

Li Marketa Heyva Sor a Saziya Goşt û Şîr ku xelk li ber dikevin dorê, ferqek mezin di navbera nirxê goştê ku li wir tê firotin û yê ku li qesabxaneyan tê firotin de heye.

Niha li Tirkiyê li qesabxaneyan yek kîloya qîmê bi 200 lîreyî ye, lê li  Saziya Goşt û Şîr bi 90 lîreyî tê firotin.  Li qesabxaneyan kîloya goştê tike bi 230 lîreyî ye, lê li wir bi 100 lîreyî tê firotin. Her wiha kîloya goştê nerme li qesabxaneyan bi 325 lîreyî ye lê li vê saziyê bi 135 lîreyî  ye.

Welatiyek din jî dibêje: “Eger bi guhertina vê desthilatê tiştek bibe, ew jî nebe em dê bişewitin û biçin. Edî ez xwe wek welatiyî vî welatî nabînim, eger sînoran vekin ku de bibe ezê pêde herim. Alman tên bi mûçeyê xwe yê mehekê geştyariyê dikin, em bi mûçeyê mehekê nikarin heftiyekê bijîn.”

Her çend Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotareke xwe ya di 22ê vê mehê de digot rewşa aboriya wan başe, lê beşek ji welatiyan dibêjin sedema ku welatê wan ketî vê rewşa xirap ya aboriyê deshilat e.

Kesek din jî got: “Tirkiyê ev rewş heq nekiriye. Ma yên ku me bi rêve dibin tên vir rewşa me dibînin? Vê yekê dikin? Lê diviya bo hest bi vê yekê bike, ev gelek biêş e. Rewşa welat gelek xirab e, lê ez di wê baweriyê de me ku yên rêve dibin vê yekê nabînin. Çima yên ku niha li parlementoyê ne di yek danî de 40 reng xwarin dixwin, lê ez jibo kîloyek goşt têm bi demjimêran di dorê de radiwestim. Ez bi salan ji vî welatî re xebitîm ma min ev heq kiriye?"

Her ku diçe nirxê lîreyê Tirkiyê li bermaberî diravê biyanî nirxê xwe ji dest dide û hejarî li wî welatî zêde dibe.

Li gorî daneyên Rêveberiya Navenda Konfederasyona Kar a Tirkiyê di meha Çile ya îsal de li Tirkiyê sînorê feqîriyê ya malbatek 4 kesî gihiştiye 9 hezar û 796 lîreyê Tirkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst