Li Tirkiyê xwediyên kêmtirîn mûçe baca dahatê nadin

23-12-2021
Mihemed Emîn Demir
Li Tirkiyê baca dahatê ji wan kesan nayê wergirtin ku bi kêmtirîn mûçe kar dikin.
Li Tirkiyê baca dahatê ji wan kesan nayê wergirtin ku bi kêmtirîn mûçe kar dikin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyê reşnivîsa proje-yasaya efûkirina baca dahatê hat pesendkirin. Di çarçoveya wê proje-yasayê de ew kesên bi mûçeyê herî kêm kar dikin ji baca dahatê tên efûkirin. Parlamenterên desthilat û opozisyonê dengê erê dan proje-yasayê.

Saruhan Oluç, Wekîlê Serokê Fraksyona HDPê ragihand, “Mûçeyê kêmane û wernegirtina bacê ji wan kesên bi wî mûçeyî kar dikin, demek dirêj e li Komisyona Plana Butçeyê ye, me di rûniştinên parlamento û pêşniyarên xwe de amaje pê daye. Lewra gehiştina me bi vê rewşê girîng e. Bi nerîna me pêngaveke girîng e bo milyonan kes ku bi wî mûçeyî kar dikin. Lewra dengê erê didin vê proje-yasayê.”

Piştî danûstandinên aliyê hikûmetê, karsaz û sendîkayên kar yên derbarê destnîşankirina mûçeyê herî kêm de, mûçeyê kêmane bo sala 2022ê bi rêjeya %50.4 hat zêdekirin û bû çar hezar û 253 lîre û 40 quruş. Ev di demekê de ye ku sendîkayên karkeran dibêjin, 400 lîre debara malbatekê bo 15 rojan jî dabîn nake.

Li gor MHPê ku hevpeymanê AKPê ye, efûkirina mûçeyê kêmane ji bacê, destpêşxerî û serkeftineke mezin a Tifaqa Cumhur e.

Mustafa Kalayci, Parlamenterê MHPê dibêje, “Diyarkirina mûçeyê kêmane di ser asta wê enflasyona heyî de û biryara efûkirina wan ji bacê, ew hemû kes dilxweş kirine ku bi mûçeyê kêmane kar dikin û ji ber giraniya jiyanê di rewşeke aborî ya dijwar re derbas dibin. Ev serkeftina serokkomarê me ye, serkeftina Tifaqa Cumhur e, serkeftina sendîkayên karsaz û karkerên me ye.”

Li gor amarên fermî, nêzîkî heft milyon kes li Tirkiyê bi mûçeyê kêmane dijîn. Di sala 2021ê de mûçeyê kêmane 2825 lîre bû ku dike nêzîkî 210 dolar. Daketina bihayê lîre û giranbûna bazarê li Tirkiyê wiha kiriye ku ew mûçe nikaribe pêdiviyên seretayî jî dabîn bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst